Ji bo sê jinan çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Fransayê

Di salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger de, girseya gel li Stenbolê çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê. Hevberdevka HDK'ê Tûncel li vir axivî û bal kişand ser berpirsyariya Tirkiyeyê.

Di salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger de, girseya gel li Stenbolê çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Fransayê. Hevberdevka HDK'ê Tûncel li vir axivî û bal kişand ser berpirsyariya Tirkiyeyê.

Koordînasyona KJA ya Stenbolê komkujiya Parîsê ya ku di 9'ê Çileya 2013'an de 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin şermezar kir ku çelenga reş danîn ber Seferetxaneya Fransayê ya li kolana Îstîklalê. Di çalakiya ku Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tûncel jî lê amade bû de dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Li ser navê jinan Endama Koordînasyona KJA'yê ya Stenbolê Yeşîm Keleş axivî û diyar kir ku ew ê şînê negirin û têkoşîna xwe bilindir bikin û nirxandina "Em ê şînê negirin. Bi biryariya wan a têkoşînê bi ruhê berxwedanê ve bimeşin."

Keleş anî ziman ku kiryarên qetlîama Parîsê diyar e û heman destên bi xwîn li Silopiyayê jî 3 jinên kurd qetil kirin. Keleş wiha axivî: "Ev jinên şoreşger hemû bi sekna xwe ya bi rûmet jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiya jinên kurd kirin. Tê fêmkirin ku ev dewlet ji îradeya jinên kurd ên rêxistinkirî û li ber xwe dide ditirse." Keleş got ku ancax ew dikarin bi rêxistinbûnê pêşiya qatlîaman bigirin.

Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tûncel jî anî ziman ku di 3'ê Çileyê ku merhaleya yekemîn a pêvajoya çareseriyê bû piştî wî di 9'ê Çileyê de di şexsê 3 jinên şoreşger de hêviya aştiyê hate hedefgirtin. Tûncel got ku kiryar diyar in û îstixbarata Tirkiyeyê jî di nava qetlîamê de ne. Tûncel 3 jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin jî bi bîr xist û got ku di şexsê jinan de aştî tê qetilkirin. Tûncel bal kişand li ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku divê ev tecrîd demildest bê rakirin. 

Piştî daxuyaniya Tûncel amîrê polîsan bi gotina "Propagandaya rêxistina terorê nekin, axaftina xwe bi dawî bikin" anos kirin. Tûncel banga divê hemû gel bi ruhê têkoşînê bibin yek û pêşiya şer bigirin kir.

Piştî daxuyaniyê jinan çelenga reş danîn ber sefaretxaneyê.