Qetilkirina 3 jinên şoreşger li Viyanayê hat şermezarkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, çalakiyek hat lidarxistin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya bi pêşengiya Komeleya Jinê AVESTA hat lidarxistin de, qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd li navçeya Şirnex Silopiyayê, hat şermezarkirin.

Di çalakiya li Stephansplatzê de qisekeran bal kişandin ser rewşa li Kurdistanê. Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û Ciwanên Azad hildan.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer Tirkiye", "Bijî piştgiriya navneteweyî", "Bijî serhildana YPS'ê" hatin qîrîn.