Tevî hemû astengiyan jî jin dibêjin, ew bi biryar in bimeşin Botanê.
Li dijî hovîtiya dewleta Tirk a ku li Cizîr, Silopiya û Sûrê nahêle cenazeyên mirovên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin bên veşartin, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi şiyara "Cenaze nayên veşartin, mirovahî dimire. Bila dorpêçiya mirinê bê rakirin" ji duh ve jin ketin ser rê. Jinên danê êvarê ji Stenbol, Îzmîr, Mersîn, Manîsa, Agirî û Edeneyê bi rê ketin û danê sibehê hatin Sêrtê, li pêşiya bajêr ji aliyê leşker û polîsan ve hatin sekinandin. Tevî ku kontrola nasnameyan hatine kirin jî, polîs û leşker nahêlin bi hezaran jin derbas bibin. Jinên li dora agir li hev civiyan e, dirûşmên "Bijî Berxwedana Botanê", "Bijî Serok Apo" diqîrîn û sirûdên bi Kurdî dibêjin.
CENAZEYÊ TAYFÛR YAŞLI HAT ŞANDIN
Jinên ku ev astengî protesto kirin, bi destê hev girtin û xeleka ji mirovan çêkirin. Li pêşiya bajêr ku jin lê tên sekinandin, cenazeyê Tayfûn Yaşli yê li Cizîrê hat qetilkirin bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin û ji bo veşartinê ber bi navçeya Mûş Milazgirê ve hat şandin. Jinên bi biryar in meşa xwe ya ber bi Botanê ve bidomînin.
Jinên ku danê sibehê ji Amedê bi rê ketin û di nav de jinên ji Bodrum, Mêrsîn, Edene, Enqere û Êlihê jî hene li kêlka Çemê Kezer ê 18 kîlometre dûrî Sêrtê ye hatin rawestandin. Koma ku di nav de hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Endamen Kordinasyona KJA'yê Ceylan Bagriyanik, Ayşe Gokkan, Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, 10 parlamenterên jin ên HDP'ê, hevşeradarên DBP'î, endamên BÎKG'ê endamên EHP'ê, endamên Meclîsa Azadiya Jinê jî hene ji aliyê leşker û polîsan ve hatine rawestandin û tê gotin ku wê destûrê nedin meşê û di wesayîtan de lêgerîn kirin.
Jinên ku di meşê de bi israr in hevdîtina wan a bi Waliyê Sêrtê re berdewam dike û tevî hewaya sar bi govend û dirûşman li bendê ne ku bendên leşker û polîsan werin rakirin.
4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Êlîhê li ser banga KJA’yê, bi sedan jinên ku ji bo şikandina êrîşên li ser Botanê û cenazeyên ku di bin berfê de tê rawestandin bigirin ber bi Sêrtê ve diçûn ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsên ku bi saetan wesayitan rawestand, di wesayîtan de lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerîna wesayitan polîsên ku tiştek nedîtin, Hevserokê DBP’ê Mehmet Candemîr, berdevka KJA’yê Nurten Ûzûmcû, Hevseroka DBP’ê ya navçeya navendî Remziye Kaftan û endamê rêveberiya rêxistina DBP’ê Afîf Fîlîz binçav kirin. 4 kesên ku hatîn binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Êlihê.