JIN
Hemû Nûçe
-
Li Sûrê hêzên dewleta Tirk kesekî 80 salî birîndar kirin
Hat ragihandin ku di encama topbarana hêzên dewletê de topa li malekê ket bû sedema şewatê û ji ber parçeyên şarapnelê kesekî 80 salî yê di malê de birîndar bûye. -
Jinan govenda aşitiyê qerandin
Li Qada Îskele ya Kadıkoyê bi sedan jin di pêşengiya BÎKG'ê we civiya û li hemberî şer û komkujiyan bangawaziya aşitî û muzakereyê kirin. -
Li Kolnê jin ji bo Sûr û Cizîrê meşiyan
Jinên Kurd ên li Elmanya bi tevlîbûnek mezin ve qirkirina dewleta AKP’ê ya li ser Kurdistanê bi çalakiyek li Elmanya protesto kirin. -
Li Hollandayê ji bo Belgefilmê Sara eleqeyek zêde
Sêyemin aktivîteya ‘Sê Jinên Azad’ a ÎFWF ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileyê de li Parîs hatin qetilkirin li dar xist, pêk hat. -
Jinan êrîşa cinsî bi meşê protesto kirin
Li Stenbolê bi sedan jin êrîşa cinsî ya 24’ê Çileyê li Cadeya Bagdat pêk hat bi meşekê protesto kirin. -
KJA: Em beşdarî çalakiyên BÎKG ên li Amed û Stenbolê bibin
Kongreya Jinên Azad (KJA) li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, ji bo çalakiyên 31'ê Çileyê û 5'ê Sibatê yên li Stenbol û Kurdistanê banga tevlîbûnê kir. -
Ji rêveberên jin ên DBP'yî biryara 'tevlîbûna xurt li xwerêveberiyan'
Danezana encamê ya Civîna Dema Navberê ya Desteya Jinê ya Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DBP'ê hat aşkerekirin. Di civînê de biryar hat dayîn ku tevlîbûneke xurt li xebatên avakirina xwerêveberiyê bê kirin. -
YPS-Jin Botan: Em ê weke Arîn Mîrkan li ber xwe bidin
YPS-Jin a ku li Bakur bi îlanên xwerêveberiyê re ava bû, rêxistinbûyîna xwe roj bi roj bi şiyara 'civaka wekhev' berfireh dike. Endama YPS-Jin Botan diyar kir, li dijî dagirkerî, destavêtin û koledariyê jin ji berxwedana destanî re amade ne. -
Civîna Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê pêk hat
Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, civîna xwe ya dema navberê li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lidar xist. -
Jinên Wanî li her qadê rastî şîdetê tên
Têkîldarî şîdeta li hember jinê di hundirê salekê de 203 serlêdan ji VAKAD’ê re çêbûn. Li gor rapora Komaleyê; ji her 3 jinan 1 rastî şîdeta di nav malbatê tên; ji her 2 jinên ku rastî şîdeta di nav malbatê tên 1 di temenê zarokatî hatiye zewicandin. -
Li Strasboûrgê panela 'jin û xweparastin'
Di panela ji aliyê Însiyatîfa Jinê ve hat organîzekirin de, rê û rêbazên xwerêxistinkirin û xweparastina jinan hatin nirxandin. -
Jinên ji çar parzemînan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin
Nûnerên jinan ên ji çar parzemînan li hev civiyan, di konferanseke Forûma Çep a Navneteweyî ya Swêdê de pirsgirêkên xwe nîqaş kirin. -
TJK-E, li dijî tecrîd û êrîşên dewleat Tirk banga tevlîbûna li çalakiyan kir
TJK-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi taybetî jî li jinên Kurd kir, ku li dijî terora dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî çalakiyên protestoyî bibin. -
Ji Porto Alegre YPS-Jin hat silavkirin
Li bajarê Porto Alegre yê Brezîlya komîteya jinan a ji bo piştevaniya jinên Kurd hat damezirandin, êrîşên li ser Kurdistanê şermezar kir, YPS-Jin a ku li ser esasê li hember êrîşan xweparastinê hat avakirin silav kir. -
Rêxistina sîwanî ya jinên Kurd ên li Elmanyayê ava bû: YJK-E
Jinên Kurd ên li Elmanyayê, ku heta roja îro bi şêweyê komun, meclîs û komeleyan xwe bi rêxistin dikir, rêxistineke sîwanî ava kirin. YJK-E bi kongreya damezrandinê re hat ragihandin. -
Nûçegihana JINHA Mizgîn Adim hat binçavkirin
Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk di roja 41. de didome, nûçegihana JINHA Mizgîn Adim a ku li navçeyê nûçe dişopan hat binçavkirin. -
Li Parîsê konferansa 'cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê' wê bê lidarxistin
Di 28'ê Çileyê de wê li Parîsê konferansek bi serenavê "Bi ronahiya dosya milîtanên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin re, cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê" were lidarxistin. -
Jin wê biçin Amedê û ji bo aştiyê nobedê bigirin
Kampanya jinan a ji bo aştiyê dewam dike. Jinên ku wê li Kadikoyê çalakiyeke girseyî pêk bînin, wê piştre biçin Amedê û ji bo aştiyê nobedê bigirin. -
Li Hambûrgê çalakiya jinan a li dijî komkujiyan
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, jinan li dijî komkujiyan çalakiya 'deng derxistinê' lidar xistin. -
Meşa Jinê ya Cîhanê wê sibe li ber Sefaretxaneyên Tirk çalakiyan lidar bixe
Meşa Jinê ya Cîhanê, komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike bi tundî şermezar kir û bang li hemû koordînasyonên xwe yên jinan ên li gelemperiya cîhanê kir, ku sibe li ber hemû Sefaretxaneyên Bilind ên Tirk çalakiyê lidar bixin. -
Dayikên Aştiyê tecrîd û êrîş protesto kirin
Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê, bi armanca şermerzarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Amnesty: Jinên penaber li ser rêya Ewropayê rastî êrîşên giran tên
Amnesty International, li gorî vegotinên jinên penaber ên xwe li Elmanya û Norwêcê girtine, daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, ku jinên penaber ên berê xwe didin Ewropayê, rastî xeteriyên cidî tên. -
'Li pişt bendan jin hene'
Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Ozlem Arzeba diyar kir, ku jin ji ber ku xwedî çanda berxwedanê û parêzvana nirxên civakê ye, her tim bûye hedefa bingehîn a êrîşa sîstemê. -
Li Mêrdînê Atolyeya Jineolojiyê: Jin li cewhera xwe vedigere!
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Guzel, der barê xebatên Atolyeya Jineolojî ya li Mêrdînê hat avakirin de axivî û diyar kir ku jina li devreyî zanistiyê hat hiştin bi jineolojiyê re zanistiya xwe afirandiye û li cewhera xwe vegeriya ye. -
'Ji ber ku ji ruhê azadîparêz ê Sarayan, Sêvêyan ditirsin, wan qetil dikin'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk destnîşan kir, ku şerê dewleta AKP bi hemû derfetên xwe li hemberî gel dimeşîne, şerekî îdeolojîk e.