Li Hollandayê ji bo Belgefilmê Sara eleqeyek zêde

Sêyemin aktivîteya ‘Sê Jinên Azad’ a ÎFWF ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileyê de li Parîs hatin qetilkirin li dar xist, pêk hat.

Sêyemin aktivîteya ‘Sê Jinên Azad’ a ÎFWF ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileyê de li Parîs hatin qetilkirin li dar xist, pêk hat. Belgefilma jiyana Sakîne Cansiz a bi navê Sara di aktvîteya li Hollanda rastî eleqeyek zêde hat û 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin jî hatin bîranîn.

Wexfa Jinên Azad a Navneteweyî (ÎFWF) aktivîteya “Sê Jinên Kurd” ên ku xala sereke berxwedana xwerêveberiya li Kurdistanê girtine dest a sêyemîn li Tehater Zûîpleîn a bajarê Totterdamê ya Hollandayê li dar xist. Di aktivîteya ji aliyê ÎFWF ve hat organîzekirin li gel 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, 3 jinên şoreşger Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin jî bi peyama, ‘Jinên şoreşger di zivistanê de qetilkirin, em jin ji biharê hez dikin. Ev 3 salên ku derbas bûn em li ser lingan bûn’ hatin bîranîn. Axaftina vekirinê ya aktivîteyê endama TJK-E Fîdan Yildirim kir, diyar kir ku 3 jinên şoreşger ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû jinên cihanê bûn sembola têkoşînê.

Piştî axaftinan begefilma Sara ya ku ji jiyana Sakîne Cansiz hat pîşandan. Di aktivîteya ku malbata Sakîne Cansiz jî beşdar bû de ji aliyê Hollandiyan ve rastî eleqeyek zêde hat. Piştî pîşandana belgefilmê, Bîrcan Delal Yildiz a di nava berhevkarên belgeselê de cih digirt, bi temaşevanan re hat cem hev. Yildiz di axaftina xwe de çêkirina belgefilmê anî ziman, diyar kir ku armanca wan ew e ku Sara bi gelê din jî bidin nasîn. Di dema çêkirina belgefilmê de bii gelek beşan hevdîtin pêk anîne û ji detayên jiyana Sara tê dîtin ku ‘Li ser navê mirovahiyê derketin û weke şoreşgerên bûne felsefeya jiyanê.” Yildiz diyar kir ku belgesel bi xwe ji jiyana Sakîne Cansiz pêk tê û wiha anî ziman: “ Beriya bigihêje şehadetê ew jiyan çawa hat jiyîn, me xwest em vê bizanibin û hê jî em dixwazin bizanin.” Her wiha Bîrcan Delal Yildiz sipasiya her kesê ku di vê xebatê de cih girt jî kir. Diyar kir ku gelek rola Derhêner Dersîm Xerevan di vê xebatê de heye û ragihand ku bi wê re xebatkirin şansek pir mezin bû.

Piştre Dîren Şiyar Pîr helbest pêşkêş kir û şûn de hûnermend Mavîş Gunşer û Kemal Kahraman derketin ser dikê. Hunermendan bi lorînên Dêrsimê, muzîkên xwe bi girseyê re parvekirin. Di dema guhdarkirina helbestan de jî wêneyên berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê didome hatin pêşandan.

...