Li Hambûrgê çalakiya jinan a li dijî komkujiyan
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, jinan li dijî komkujiyan çalakiya 'deng derxistinê' lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, jinan li dijî komkujiyan çalakiya 'deng derxistinê' lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, jinan li dijî komkujiyan çalakiya 'deng derxistinê' lidar xistin. Çalakgerên li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) duh êvarê li Hachmannplatzê li hev civiyan, bi dengderxistinê re pêkanînên faşîzan ên li Kurdistanê protesto kirin.
Jinan di çalakiyê de qûşxane, tawe, erbane û pîspîskan xistin û piştî mîtîngê dest bi meşê kirin. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin û hat xwestin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
Rêze çalakiyên li Hambûrgê wê îro saet di 17:00 de li Altona û sibe (Pêncşem) saet di 16:00 de jî li Monckebergstrasseyê bi mîtîngekê bidomin.
Ji bo tevlî çalakiya ji bo şermezarkirina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê roja Înê tê Berlînê bibin, Kurdistanî wê saet di 06:30 de li ZOB'ê bi otobusan bi rê bi kevin.