Li Parîsê konferansa 'cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê' wê bê lidarxistin

Di 28'ê Çileyê de wê li Parîsê konferansek bi serenavê "Bi ronahiya dosya milîtanên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin re, cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê" were lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd, Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê, Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Koordînasyona Piştgiriya Kurdistanê ya Neteweyî ya Fransayê, wê di 28'ê Çileyê roja Pêncşemê li salona Konferansê ya Vîctor Hûgo ya Parlamenta Fransayê konferansekê lidar bixin.

Konferans wê bi serenavê "Bi ronahiya dosya milîtanên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin re, cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê" pêk were.

Konferans wê roja Pêncşemê saet di navbera 09:00-18:00 de were organîzekirin. Parlamentera Partiya Komunîst a herêma Saîne Saînt Denîs Marîe-Georges Bûffet ji konferansê re malovaniyê dike.

Tevî malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, wê hemû parêzerên dozê, kesayetên polîtîk ên ji bo dozê pêşnûmepirs pêşkêş kirine, serokê weqfa Ben Barka ku Barka jî beriya niha li Parîsê hatibû qetilkirin, hiqûqnas, siyasetmedar û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wê weke qiseker cihê xwe di konferansê de bigirin.

Konferans wê ji çar rûniştinan pêk were. Di konferansê de wê bi serenavê "Analîza dosyayên li ber destê dadgeriyê ne, li gorî dosya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re nrixandina cînayetên polîtîk ên li Fransayê rû dan, têkoşînên têkildarî dozên li qada navneteweyî bêceza mane, rewşa polîtîk a demê û nêrînên siyasî" wê nîqaş bên kirin.

Bi tevlîbûna gelek hiqûqnasên ji welatên cuda yên Ewropayê re wê aliyê hiqûqî yê navneteweyî jî bê nirxandin.