'Ji ber ku ji ruhê azadîparêz ê Sarayan, Sêvêyan ditirsin, wan qetil dikin'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk destnîşan kir, ku şerê dewleta AKP bi hemû derfetên xwe li hemberî gel dimeşîne, şerekî îdeolojîk e.
Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk destnîşan kir, ku şerê dewleta AKP bi hemû derfetên xwe li hemberî gel dimeşîne, şerekî îdeolojîk e.
Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk destnîşan kir, ku şerê dewleta AKP bi hemû derfetên xwe li hemberî gel dimeşîne, şerekî îdeolojîk e.
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Zilar Stêrk ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hêrsa AKP'ê ya li hemberî Kurdan, hêrsa li dijî xeta neteweya demokratîk a Kurdan e.
Stêrk destnîşan kir ku sedema vê hêrsê îdeolojîk-felsefîk e û got, "AKP bi awayekî fermî li dijî Kurdan siyaseta dijminatiyê dimeşîne. Gel û dewlet li hemberî hev da şerkirin, kir dijminê hev. Bi bikaranîna erka xwe re, pere, leşker, polîs, karmend û qanûnên dewletê ji bo dijminatî û şerê navbera gel û dewletê bi kar anî. Tank, top, hawan, obus û çekên herî giran ên ku di şerekî li dijî dijminekî li derveyî welat tên bikaranîn, li hemberî gelê xwe bi kar anî. Di dîroka dewletên modern de, rêbaza van çekên giran li dijî gelê xwe, nîne. Lewma hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdan şer daye îlankirin, şer dike. Kurd weke dijmin îlan kiriye."
Stêrk bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî vî şerê dewleta AKP'ê û da zanîn, ku mîna hemû pêvajoyên têkoşînê, di berxwedana xwerêveberiyê de jî jin bi pêşengiyê radibin. Zilar Stêrk da xuyakirin, ku ji ber vê yekê faşîzma AKP'ê di vê astê de êrîş jinan dike û jinan bi taybetî hedef digire.
Stêrk, êrîşên hovane yên li hemberî sivîlan û îşkenceya li cenazeyan bibîr xist û destnîşan kir, ku divê her kes baş bizanibin, ku gelê Kurd bêxwedî nîne, li Kurdistanê mirovekî bi tenê jî bêxwedî nîne.
KURDBÛYÎN SEKNA BI RÛMET E
Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk da xuyakirin, ku Kurdbûyîn tê wateya birûmetbûyînê û got, "Kurdbûyîn, tê wateya sekna bi serbilinldî, tê wateya demokrat û azadparêziyê. Tê wateya ekolojîk û azadîparêziya jinê. Kurd û ev nirx êdî yek in. Ew Kurdê berê yê hevkar û teslîmbûyî ku lê digerin, ancax dikarin di nava PDK'ê de bibînin. Ji xwe nîqaşê dikin ku ew ê Kurdekî bi vî rengî hevkar û teslîmbûyî di demeke nêz de bikin dewlet. Divê Kurd bi vê nexapin. Ev xefikek mezin e. Komployek li dijî xeta Kurdê azad û demokrat e. Dewletbûyîna xeta neteweperestiya teslîmbûyî, wê ji Kurdan re azadî û demokrasiyê neyne. Wê aramî û baweriyê neyne.
'DI ŞEXSÊ JINÊ DE RUHÊ AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ TÊ QETILKIRIN'
Li pêş çavan e bê li Başûrê Kurdistanê azadî û demokrasî çiqasî heye. Havênê AKP jî yê PDK'ê jî yek e. Her du jî li dijî azadbûna jinê ne. Dixwazin jin weke kole bimîne, weke mal û milkên wan bimîne û bibe xizmetkara wan. Rizgariya jinê ji vê rewşê, ji xwe re weke dijminatiya herî mezin dibînin. Lewma jina têkoşer, jina berxwedêr qetil dikin. Di şexsê jinê de ruhê demokrasî û azadiyê qetil dikin. Ji vî ruhî ditirsin. Ji ber ku ji ruhê azadîparêz ê Sarayan, Sêvêyan, Fatma û Pakîzeyan ditirsin, ew bi xwînxwarî qetil kirin. Bi van qetlîaman re gefê li tevgera jinê dixwin, dixwazin teslîm bigirin û berxwedêriya wan bişikînin. Lê xwe dixapînin. Êş û bîranîna her hevrêyeke hatiye qetilkirin, îdîa û biryardariya azadiyê ya tevgera jinê xurttir dike."
'EM JI REWŞA TENDURISTIYÊ YA RÊBERÊ XWE BI FIKAR IN, DIVÊ HEVDÎTIN BÊ KIRIN'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk bal kişand ser tecrîda bi mehan e li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got, "Ji sala 2011'an û vir ve bi awayekî kêfî nahêlin parêzer hevdîtinê bikin. Nahêlin malbat hevdîtinê bike. Çûyîna heyeta siyasî ji xwe ji 5'ê Nîsanê ve hatiye sekinandin. Em ji rewşa tenduristiyê û fîzîkî ya Rêberê xwe bi fikar in. Divê were zanîn ku em nikarin xwe li vê rewşê rabigirin. Pêwîste hikûmet tecrîda li ser Rêberê me rake û bihêle ku parêzer hevdîtinê bikin. Ev binpêkirina hiqûqî ye, binpêkirina maf e. Divê malbat jî karibe hevdîtinê bike."
'JI BO KURDAN ROJ ROJA JIYANA BI RÛMETÊ YE'
Zilar Stêrk da xuyakirin ku roj ji bo Kurdan roja jiyana bi rûmetê ye û got, "Di van rojên ku bêrûmetî û teslîmiyetî tên ferzkirin, ji bo şikandina berxwedanê her rêbazên faşîst di dewrê de ne de, divê gelê me li ser piyan be. Ti kes divê li mala xwe rûnenê. Bilindkirina berxwedanê pêwîste ne tenê li taxên derdikevin pêş be. Li hemû bajarên Kurdistanê û li her derê hewce ye xwedî li berxwedanê bê derketin. Gelê me ji bo jiyaneke bi rûmet û însanî heta roja îro gelek berdêl da. Gelek keç û xortên xwe yên leheng di ber vî şerê rûmetê de da. Ji niha û pê ve jî ji dayîna vî berdêlî wê xwe venegire. Heta bibe xwedî jiyaneke bi rûmet û însanî."