Li Kolnê jin ji bo Sûr û Cizîrê meşiyan
Jinên Kurd ên li Elmanya bi tevlîbûnek mezin ve qirkirina dewleta AKP’ê ya li ser Kurdistanê bi çalakiyek li Elmanya protesto kirin.
Jinên Kurd ên li Elmanya bi tevlîbûnek mezin ve qirkirina dewleta AKP’ê ya li ser Kurdistanê bi çalakiyek li Elmanya protesto kirin.
Jinên Kurd ên li Elmanya bi tevlîbûnek mezin ve qirkirina dewleta AKP’ê ya li ser Kurdistanê bi çalakiyek li Elmanya protesto kirin.
Bi banga rêxistina sîwan a jinên Kurdistanî yên Elmanya dijîn, YJK-Elmanya, bi hezaran kesên li NRW dijîn qirkirinên dewleta Tirk protesto kirin.
Girse ji saet 13.00’an ve li pêşiya Dêra Dom a dîrokî kom bûn, piştre ber bi Neûmarkt ve ketin meşê.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên rêxistinên Kurdistanê, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û komên baweriyê her wiha yên YPG/YPJ, AGÎF, ADHK, CÎK û TJK-E hatin rakirin. Di meşê de pankart hatin vekirin, dowîz hatin hilgirtin û bi dirûşmeyên “Qatilê Zarokan Erdogan” ve cadeya Neûmarkt lerizandin.
Piştî meşa saetekê, girse gihişt Qada Neûmarktê. Piştî rêzgirtina deqeyekê, Rêvebera YJK-Elmanya Ayten Aslaner axivî, berxwedana gel a li Sûr û Cizîrê silav kir, banga xwedîderketina berxwedanê li Ewropa hat kirin. Aslaner got divê çalakî bên xurtkirin, wiha dom kir: “Bi ruhê Kobanê ve divê em hêzê bidin gelê li Cizîr û Sûrê.”
‘NATO Û YE JI ERDOGAN RE LEMBA KESK PÊXISTIN’
Andrej Hûnko jî destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Federal a Elman ji şerê Erdogan ê li dijî Kurdan lemba kesk pêxistiye, got hevparê vî şerî ne. Banga wezîfeyê li her kesî kir.
‘DIVÊ PYD WEK NÛNERÊ KURDAN DI CENEVREYÊ DE CIHÊ XWE BIGIRE’
Hûnko bal kişand ser hevdîtina Cenevre-3 jî, got li Rojava, Kobanê pêşengê berxwerdanê PYD ye û destnîşan kir ku divê Salîh Muslîm wek nûnerê Kurdên Rojavayî teqez di Cenevreyê de cihê xwe bigire.
‘BI YJK-ELMANYA VE EM Ê PRATÎKÊN HÊ XURTTIR PÊŞ BIXIN’
Endama YJK-Elmanya Zîlan Serhad jî got jinên Kurd wek di şexsê Sarayan û Sêvêyan tê dîtin di her qada têkoşîna azadiyê de cih girtiye û têkoşîn xurt kiriye. Serhad wiha dom kir: “Ji bo em dengê mirov, jin û ciwanên xwe bigihînin cîhanê wezîfeyên me hene, divê em wan tenê nehêlin. Ji ber vê jî em li bajarên Ewropa çalakiyê wisa li dar dixin. Wek jinên Kurd me di rojên bihurî de wek rêxistina sîwan YJK-Elmanya pêş xist. Em ê pê re çalakî û pratîkên hê xurttir û encamgir li dar bixin.”
Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.