Li Sûrê hêzên dewleta Tirk kesekî 80 salî birîndar kirin

Hat ragihandin ku di encama topbarana hêzên dewletê de topa li malekê ket bû sedema şewatê û ji ber parçeyên şarapnelê kesekî 80 salî yê di malê de birîndar bûye.

Hat ragihandin ku di encama topbarana hêzên dewletê de topa li malekê ket bû sedema şewatê û ji ber parçeyên şarapnelê kesekî 80 salî yê di malê de birîndar bûye.

Berxwedana dîrokî ya li navçeya Sûr a Amedê di roja 61. de bi topbarana tevahî rojê ve didome. Hat ragihandin ku gelek mal ji ber bomberdûman û gulebarana polîs û leşkerên dewleta Tirk de hilweşiyane. Li Taxa Hasirli ji ber topbaranê agir bi malekê ket û hat ragihandin ku kesekî 80 salî yê di mal de ji ber parçeyên şarapnelê birîndar bûye. Hat diyarkirin ku kesê birîndarbûyî ji aliyê şêniyên taxê ji malê hatiye derxistin.

Êrîşên hêzên dewletê yên li taxên Hasirli, Savaş, Cemal Yilmaz û Fatîhpaşa ji aliyê hêzên YPS Sûr di demê de tê bersivandin, têkîldarî windahiyên di şer de agahî nehatin bidestxistin.