TJK-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi taybetî jî li jinên Kurd kir, ku li dijî terora dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî çalakiyên protestoyî bibin.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weand û da zanîn ku tevî şidandina tecrîda li ser Ocalan, êrîşên hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk roj bi roj zêdetir dibin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Kurdên li Ewropayê jî li hemberî êrîşan çalakiyên xwe roj bi roj berfireh dikin û hat gotin, "Girîng e ev tevlîbûn û nerazîbûn her bidome. Ji ber ku di rewşa heyî de ji xemsarî û bêdengiya welatên Ewropayê tê fêmkirin, ku Ewropa şirîkê vî sûcî ye. Mînaka vê ya herî şênber, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser qedexeya derketina derve ye, ku daxwaza rakirina qedexeyê red kiribû. Weke jinên Kurd em ê vê helwesta saziyên navneteweyî û yên Ewropayê qebûl nekin. Bi vê yekê re, bi qedera gelekî re tê lîstin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser çalakiyên ji niha û pê ve werin lidarxistin û bang li hemû jinên rêxistinbûyî hat kirin ku beşdarî van çalakiyan bibin û dengê xwe bilind bikin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bi hişmendiya 'ji bo dijderketina li şer, komkujî û qirkirinên siyasî dibe ku sibe dereng be' tevlîbûna li çalakiyan rewşeke dîrokî ye. Ji bo ku hemû saziyên neteweyî û navneteweyî wezîfeyên xwe yên têkildarî gelê me bi cih bînin, em ê çalakiyan pêk bînin. Weke Tevgera Jinê em ê bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên rojên pêş bibin û di heman demê de hin rojan pêşengiyê ji çalakiyan re bikin."
Plansaziya çalakiyên ji aliyê jinên Kurd ên li Ewropayê ve hatiye amadekirin, bi vî rengî ye:
"Di 25-27'ê Çileyê de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Swîsreyê wê çalakiyên rûniştinê û mîtîng werin lidarxistin. Wê tevgera jinê ji çalakiya roja 27'ê Çileyê re pêşengiyê bike. Li ser vê bingehê tê payîn ku jinên Kurdistanî yên li Swîsreyê dijîn roja 27'ê Çileyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev bicivin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, wê 3 rojan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Çalakî wê ji aliyê KCD-E û TJK-E ve bê organîzekirin. Ji başûrê Elmanya û bajarê Fransa Strasboûrgê wê Kurdistanî û dostên wan beşdar bibin.
Di çalakiyên rojên 25, 26 û 27'ê Çileyê de wê li Konseya Ewropayê jî bi rêya heyetan hevdîtin werin kirin. Çalakiya li vê derê wê rojane saet di navbera 08:00-17:00 de pêk were. Ji Strasboûrg û başûrê Elmanyayê wê jinên Kurdistanî tevlî çalakiya 27'ê Çileyê ya bi pêşengiya TJK-E bibin.
Di 26-29'ê Çileyê de li ber parlamenta federal a Elmanya ya li Berlînê wê çalakiya rûniştinê pêk were. Çalakiya roja 29'ê Çileyê wê bi pêşengiya jinên Kurd ve were lidarxistin. Ji Berlîn û derdora wê, Kurdistanî û dostên wan wê bimeşin.
Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta NRW ya Elmanyayê dijîn, bi pêşengiya jinên Kurd wê di 30'ê Çileyê saet di 13:00 de li ber HBF a Kolnê li hev bicivin û bimeşin.
Kurdên li eyaleta Baden Wuttenberg a Elmanyayê dijîn wê bi pêşengiya jinên Kurd li Stephanplatz a li bajarê Kalsrûheyê saet di 14:00 de li hev bicivin û xeleka ji mirovan ava bikin.