Li Mêrdînê Atolyeya Jineolojiyê: Jin li cewhera xwe vedigere!

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Guzel, der barê xebatên Atolyeya Jineolojî ya li Mêrdînê hat avakirin de axivî û diyar kir ku jina li devreyî zanistiyê hat hiştin bi jineolojiyê re zanistiya xwe afirandiye û li cewhera xwe vegeriya ye.

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Guzel, der barê xebatên Atolyeya Jineolojî ya li Mêrdînê hat avakirin de axivî û diyar kir ku jina li devreyî zanistiyê hat hiştin bi jineolojiyê re zanistiya xwe afirandiye û li cewhera xwe vegeriya ye.

Bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li Navenda Jinê ya Nahrîn Atolyeya Jinolojiyê pêk hat. Di vê kombûna ku cara yekemîn li Mêrdînê pêk hat de, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Mekiye Guzel, personelên jin ên şaredariyê, jinên ji Atolyeya Jineolojî ya Amedê û jinên Mêrdînî amade bûn.

Guzel der barê armanca xebatên atolyeya ku tê plankirin du hefteyan carekê were lidarxistin de axivî. Guzel diyar kir ku heqîqeta jinê wê bi jineolojiyê re derkeve holê û destnîşan kir ku weke şaredariyê yek ji xizmetên wan ên girîng ên ji bo jinan, vekirina Atolyeya Jineolojiyê ye.

'XEBATÊN JINEOLOJIYÊ VEGERA LI CEWHERÊ Û RASTIYÊ YE'

Guzel di dewama axaftina xwe de ragihand, ku dema jiyan jî tê pênasekirin jin li derveyî wê tê hiştin û got, "Dema mirov ji aliyê dîrokî ve gelek qadan binirxînin, wê were dîtin ku jin li derve hatine hiştin. Jin li derveyî zanistiyê hatiye hiştin. Lê belê jin niha bi jineolojiyê re zanistiya xwe diafirîne. Jin li xwe vedigere. Yanî li cewher û heqîqeta xwe vedigere. Ev veger jî bi xebatên jineolojiyê re dibe. Xebatên jineolojiyê heqîqeta jinê derdixînin holê."

Guzel anî ziman ku di encama nîqaşên werin meşandin de ew ê bernameya xwe ya ji niha û pê ve diyar bikin.

Xebatên atolyeyê bi pirs û bersivan dewam kir.

...