'Li pişt bendan jin hene'

Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Ozlem Arzeba diyar kir, ku jin ji ber ku xwedî çanda berxwedanê û parêzvana nirxên civakê ye, her tim bûye hedefa bingehîn a êrîşa sîstemê.

Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Ozlem Arzeba diyar kir, ku jin ji ber ku xwedî çanda berxwedanê û parêzvana nirxên civakê ye, her tim bûye hedefa bingehîn a êrîşa sîstemê.

Arzeba da xuyakirin, ku rastiya jinê di nava rastiya civakî de ya diyarker e û got, "Jin barkêş û rêvebera hemû nirxên dîrokî û civakî ye."

Arzeba da zanîn, ku li Tirkiyeyê ji her serdemê bêhtir jin herî zêde di vê dema desthilatdariya AKP'ê de rastî destavêtin, destdirêjî û komkujiyan hatiye û destnîşan kir, ku hemû pêkanînên roja îro nîşan didin, ku bi destê desthilatdariya heyî yanî bi destê AKP'ê re hewl tê dayîn jin bê vîn, bê nasname û bê parastin were hiştin.

JIN JI BO AX, KOLAN Û CIWANÊN XWE LI SER PIYAN E

Arzeba peyda 'Her desthilatdarî mejiyekî qeşagirtî ye' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û diyar kir ku ev mejî di şexsê AKP'ê de veguheriye dîktatoriyekê.

Arzeba ragihand, ku her nûbûnek, pêşketinek, mezinbûnek, cihêrengî û têkoşîna hebûnê, dînamîkên li dijî vî aqlî ne û got, "Eger ev yek bi awayekî vekirî beriya çend salan bilêv kir. Li dijî jin, zarok û ciwanên Kurd, bi gotina 'zarok jî be, jin jî be' bal kişand ser pêwîstiya xwe ya bi qetilkirinê re. Ji ber ku bi qetilkirina jinan re hewl tê dayîn gelê Kurd ê ji bo hebûna xwe têdikoşin, ber bi tinebûnê re were dehfdan. 

Jinên Kurd êdî dizanin ku divê li hemberî çi têbikoşin û çima pêwîstî bi têkoşînê heye. Dizanin ku mêtîngerî, zext, talankerî û tinehesibandina jin û gel tê çi wateyê. Ev pêvajoya em tê de ne, asteke şoreşgerî ye. Em jinan weke hêza herî aktîf a vê demê dibînin. Li pişt bendan jin hene, jinên li dijî realîteya heyî îsyan dikin, qebûl nakin û ax, kolan û zarokên xwe bi tenê nahêlin, li ser piyan e. Vaye herî dawî li Cizîr, Silopiya û Sûrê jin li ser piyan e. Jina 70 salî bi guleya dewletê tê qetilkirin. Li mala xwe li dora sifrê jin li pêş çavên zarokên xwel bi roketa dewletê tê qetilkirin. Li ser pêlikên li ber mala xwe bi sûîqestê tê qetilkirin. Û bi vî rengî bi dehan jinên me bûn hedefa hêzên şerê kirêt. Ev yek hêrs û tirsa dewletê ya ji jinên Kurd bi awayekî zelal radixe pêş çavan."

Arzeba da xuyakirin, ku wezîfeya pûçkirina van êrîşan û pêşengiya têkoşîna li dijî qirkirina çandî, dikeve ser milê jinan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lewma gelekî gir3ıng e ku jin xwedî li azadiya xwe derdikeve, ji hêza xwe piştrast e û xwe vediguherîne hêza çalakiyê. Feraseta milkiyetê ya li hemberî jinê, bi vî rengî dikare were şikandin. Ji bo nirxên têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê afirandiye li nava dîrok û tevahiya civakê belav bibin, ji bo afirandin û pêşvebirina çanda neteweya demokratîk, jin wê pêşeng û temînat be."