Jin wê biçin Amedê û ji bo aştiyê nobedê bigirin
Kampanya jinan a ji bo aştiyê dewam dike. Jinên ku wê li Kadikoyê çalakiyeke girseyî pêk bînin, wê piştre biçin Amedê û ji bo aştiyê nobedê bigirin.
Kampanya jinan a ji bo aştiyê dewam dike. Jinên ku wê li Kadikoyê çalakiyeke girseyî pêk bînin, wê piştre biçin Amedê û ji bo aştiyê nobedê bigirin.
Kampanya "Ne mirin, em alîgirê jiyanê ye", ku ji aliyê Hewldana Jinê ya ji bo AştiYê û gelek rêxistinên jinan ve di 15'ê Çileyê de di medya civakî de hat destpêkirin, rastî eleqeyeke mezin tê.
DI 31'Ê ÇILEYÊ DE WÊ LI KADIKOYÊ LI HEV BICIVIN
Di çarçoveya kampanyayê de bi tevlîbûna hezar jinan wê di 31’ê Çileyê de roja Yekşemê saet di 13.00’an de li Qada Kadikoyê çalakiyek girseyî bê lidarxistin.
Her wiha jinên tevlî kampanyayê dibin, di çarçoveya aştî, heqîqet, muzakere û çareseriyê de nivisên ku 100 karekterî derbas neke li ser pot, dest, dîwar, mitfex, tezgah û bixwaze li ku derê binîvisîne wê binivisîne wêneyê xwe bikişîne û li ser medyaya civakî parve bike. Wê peyamên ku bên nivisandin di 31’ê Çileyê de ji bo aştî û heqîqetê li Kadikoyê bê xwendin û banga "Em bibin 1000 jin" bê kirin.
JI BO NOBEDA AŞTIYÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Ji aliyê din ve wê jin li Taksîm, Bakirkoy û Kadikoyê standên aştiyê vekin û aştiyê vebêjin û îmzeyan kom bikin. Îmzeyên ku bên berhevkirin jî wê di 2’ê Sibatê de jin radestî Serokê Meclîsa Enqereyê û nûnerên partiyên siyasî bikin.
Wê kampanya bi tevlîbûna hezar jinan a nobeta aştiyê ku di 6-7’ê Sibatê de li Amedê pêk bê bi dawî bibe. Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê jî hem ji bo tevlîbûna çalakiya Kadikoyê û hem jî nobeda aştiyê ya Amedê banga tevlibûnê kir.
Tê xwestin ku bi tevlîbûna hezar jinan li Amedê nobeta aştiyê bê girtin.