KJA: Em beşdarî çalakiyên BÎKG ên li Amed û Stenbolê bibin
Kongreya Jinên Azad (KJA) li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, ji bo çalakiyên 31'ê Çileyê û 5'ê Sibatê yên li Stenbol û Kurdistanê banga tevlîbûnê kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA) li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, ji bo çalakiyên 31'ê Çileyê û 5'ê Sibatê yên li Stenbol û Kurdistanê banga tevlîbûnê kir.
KJA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, komkujiyên bi fermana AKP'ê li hemberî gelê Kurd tên kirin û operasyonên qirkirina siyasî didomin.
KJA'yê da xuyakirin, ku ev şer ne tenê li hemberî Kurdan li dijî tevahiya gelên li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û got, "Gelê Kurd ti carî stûyê xwe xwar nake. Wê têkoşînê mezin bike û bidomîne. Em bang li hemû gelên Tirkiye û mirovên xwedî wijdan dikin ku li dijî hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê rawestin û rabin serhildanê."
KJA'yê bibîr xist, ku Hewldana Jinê ji bo Aştiyê (BÎKG) bi dirûşma "Em ne li alîgirê kuştinê ne, alîgirê jiyanê ne, em mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin" 31'ê Çileyê Roja Yekşemê saet di 13:00 de li Qada Îskele ya Kadikoy a Stenbolê çalakiyê pêk tîne û banga tevlîbûna li vê çalakiyê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "BÎKG wê roja 5’ê Sibat li Amed meşek mezin a jinan lidar bixe û 6’ê Sibatê jî wê li Sûrê nobeta aştiyê bigire. Tevî beşdariya jinên li Kurdistanê wê ji Edene, Bûrsa, Enqere, Kocaelî, Mersîn, Antalya û Stenbolê jî beşdarî çalakiya meş û nobetê bibin. Em hemû jinên KJA’yî jî dawetî beşdarbûna çalakiyan dikin."