Li Strasboûrgê panela 'jin û xweparastin'
Di panela ji aliyê Însiyatîfa Jinê ve hat organîzekirin de, rê û rêbazên xwerêxistinkirin û xweparastina jinan hatin nirxandin.
Di panela ji aliyê Însiyatîfa Jinê ve hat organîzekirin de, rê û rêbazên xwerêxistinkirin û xweparastina jinan hatin nirxandin.
Li bajarê Fransa Strasboûrgê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek bi mijara "Jin û xweparastin" hat lidarxistin.
Di panela ji aliyê Însiyatîfa Jinê ve hat organîzekirin de, rê û rêbazên xwerêxistinkirin û xweparastina jinan hatin nirxandin.
Aktîvîsta Tevgera Jinê Rojda Yildirim li panelê peyivî û diyar kir ku pêwîstiya jinan li her devera cîhanê bi xwebirêxistinkirin û xweparastinê heye. Yildirim da xuyakirin, ku sîstema bi serdestiya mêr ji her alî ve rê li ber şîdetê vedike û got, "Lewma divê jin bi xwerêxistinî û xweparastinê re li dijî faşîzmê li ber xwe bidin."
Yildirim bal kişand ser şerê dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd îlan kiriye û got, "Tevî şerê topyekûn, her wiha jin jî ji aliyê zayendî ve tê qirkirin. Bi vê konsepta tinekirinê re li Kurdistanê mayîna li jiyanê ji bo jinan bi xwerêvebirin, xweparastinê û afirandina azadiyê re dibe. Dewlet, di şexsê jinê de êrîşî hebûna gelê Kurd dike. Lewma xweparastin û berxwedan bûye şêweyê bingehîn ê hebûnê. Jin bi mayîna li jiyanê, bi xwedîderketina li ax û azadiya xwe re xwe diparêzin."
Rojda Yildirim da zanîn, ku jinên li Ewropayê ne tenê bi çalakiyan wê bi rêxistinbûyînên komun, meclîs û kooperatîfan re têkoşîna azadiyê ya jinê bi ser bixînin.