Jinên ji çar parzemînan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin
Nûnerên jinan ên ji çar parzemînan li hev civiyan, di konferanseke Forûma Çep a Navneteweyî ya Swêdê de pirsgirêkên xwe nîqaş kirin.
Nûnerên jinan ên ji çar parzemînan li hev civiyan, di konferanseke Forûma Çep a Navneteweyî ya Swêdê de pirsgirêkên xwe nîqaş kirin.
Nûnerên jinan ên ji çar parzemînan li hev civiyan, di konferanseke Forûma Çep a Navneteweyî ya Swêdê de pirsgirêkên xwe nîqaş kirin. Konferans di navbera 23-24'ê Çileyê de li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran (ABF) pêk hat. Jinên ji Ekvador, El Salvador, Kolombiya, Fîlîstîn, Sûriye, Tirkiye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Pakîstan, Afganîstan, Endonezya, Fîlîpîn û Senegalê beşdar bûn, mijarên; mercên jiyanê yên hindikahî û gelên xwecihî, têkoşîna jinan a li dijî fûndamentalîzma olî, pirsgirêkên rêxistinbûyînê yên femînîst, rewşa jinan a di nava têkoşîna sendîkayî û polîtîk, hewldanên ji bo mafê kurtajê û cihê jinan di pêvajoyên aştiyê de nîqaş kirin. Jinan tecrûbeyên xwe bi hev re parve kirin.
PANELA 'TÊKOŞÎNÊN JINAN ÊN LI ÇAR PARÇEYAN'
Di panela destpêkê ya bi serenavê "Têkoşînên jinan ên li çar çarpeyan" de ji nûnerên gelê xwecihî yê Ekvadorê Blanco Chancosa, ji Afganîstanê Seay Ghaffar, ji Senegalê Ndye Kady Ndîaye û ji Kantonên Rojava Berpirsyara Têkiliyên Derve Sînem Mûhammed weke qiseker amade bûn.
Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Kantonên Rojava Sînem Mûhammed di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist, ku li Partiya Baas li Sûriyeyê mafê hemû hindikahiyan; Kurd, Tirkmen, Suryanî Ermeniyan înkar dike û bibîr xist ku beriya niha bi du salan nûnerên gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û Ermenî li Rojava li hev civiyan û peymaneke civakî ya li ser esasê wekheviya gelan îmze kirin.
Mûhammed li ser rêveberiya kantona agahiyên berfireh da û diyar kir ku li her sê kantonan, biryar ji jêrê ber bi jorê ve tên girtin. Mûhammed ragihand ku jin pêşengiyê ji şoreşa li Rojava re dikin û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşeke Jinê ye. Mûhammed da xuyakirin, ku li Rojavayê Kurdistanê mîna rêxistinbûyîna li hemû qadên jiyanê, jinan xwe ji aliyê leşkerî ve jî bi rêxistin kirine û xaka xwe ji çeteyên dijminê mirovahiyê yên mîna DAIŞ'ê parastine.
Ji Ekvadorê Blanco Chancosa da zanîn, ku weke gelê xwecihî ew xwe weke parçeyek ji xwezayê dibînin, bi nêçgirvanî û masîgiriyê re debara xwe dikin, lê belê ji ber ku kargehên mezin ên petrol û madenê axa wan talan kirine, ew neçar mane cih û warên xwe biterikînin.
Chancosa diyar kir, ku parastina Amazonan ne tenê ji bo pêşeroja gelên xwecihî, ji bo pêşeroja xweza û tevahiya mirovahiyê xwedî girîngiyeke mezin e.
Ji Senegalê Ndeye Kady Ndîaye anî ziman, li Senegal û welatên Afrîkayê pirsgirêkên herî mezin ên derdikevin pêşiya jinan, newekheviya zayendî, şîdeta li dijî jinê, zewicandina bi darê zorê û sinetkirina jinan e.
Ji Afganîstanê Seay Ghaffar da xuyakirin, ku li Afganîstanê hikûmeteke krîmînal a hevkarê DYA û cîhana Rojava li ser kar e û ev hikûmet li Afganîstanê mirovan qetil dike. Ghaffar ragihand ku ji sedî 42 ê welatê wan dagirkirî ye û di nava 15 salên piştî destwerdana DYA de li Afganîstanê rewş bêhtir nebaş bûye, ji sedî 87 ê jinan bêhtir rastî şîdeta zayendî û fîzîkî tên.
Ghaffar got, "Divê em rewşa li Kurdistanê ji xwe re mînak bigirin. Jinan li Rojava û Kobanê nîşan dan ku jin çawa dikarin xwe bi rêxistin bikin û şer bikin. Divê em jî mîna wan xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurt bikin." Ghaffar da zanîn ku divê li Afganîstanê jin û mêr weke li Kurdistan û Rojava, li dijî dagirkeran û hikûmetên kûkla bi hev şer bikin.
'RÊXISTINBÛYÎN Û TÊKOŞÎNÊN FEMÎNÎSTAN'
Di panela li ser rêxistinbûyîna femînîstan de ji Fîlîstînê Amanda Mansara, ji Fîlîpînan Maryloû Tabanera, ji Senegalê Ndeye Khady, ji Bakurê Kurdistanê, ji Kongreya Jinên Azad (KJA) Gozde Gûrbet Engîn û ji Swêdê ji rêxistinbûyîna bi navê Xweparastina Femînîst Amanda Kappelmark, pirsgirêkên rêxistinbûyîna tevgerên femînîst ên li welatan nîqaş kirin.
Nûnera KJA'yê Gozde Gûrbet Engîn di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ku Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd a 40 salan li ser sê paradîgmayan ava bûye û destnîşan kir ku ev paradîgma jî demokrasî, ekolojî û azadiya jinê ye.
DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE CIHÊ JINAN
Di panela bi serenavê 'Ji jinê ber bi jinê ve' de ji Partiya Komunîst a Kolombiyayê Îsabel Contreras, ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê Nazan Ustundag, ji Partiya Demokratîk a Sûriyeyê Jalîleh Al Turk, ji Fîlîstînê Ratabeh Alaedîn Abû Ghosh, pêvajoyên aştiyê yên li welatên xwe nirxandin.
Ustundag da xuyakirin, ku bi saya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, jinên Kurd zane bûne, jinên ku hevjîn û zarokên xwe di şer de ji dest dane xwe bi rêxistin kirine û li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtine.
Di çarçovey akonferansê de fîlmekî li ser jiyana gerîlayên HPG'ê hat nîşandan. Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ayşe Goktepe li vir axivî, berxwedana xwerêveberiyên li Bakur vegot û der barê operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk de agahiyên berfireh da.