Danezana encamê ya Civîna Dema Navberê ya Desteya Jinê ya Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DBP'ê hat aşkerekirin. Di civînê de biryar hat dayîn ku tevlîbûneke xurt li xebatên avakirina xwerêveberiyê bê kirin.
Civîn di 29'ê Çileyê de bi beşdariya 184 delegeyan li Amedê bi dirûşma "Em ax, av û enerjiya xwe bikin komkun; jiyana azad, demokratîk ava bikin" hat lidarxistin.
Civîn diyarî siyasetmedarên jin ên li Silopiyayê hatin qetilkirin û hemû mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan hat kirin.
BIRYAR
Li gorî danezana encamê, biryarên hatine stendin bi vî rengî ne:
"Raporên karê jinan ê du salan wê were amadekirin û di meha Nîsanê de bi gel re bê parvekirin.
Di nava mehekê de li ser pêvajoyê bi gel re civîn were lidarxistin û bi kombûna li gel rêxistinên civakî yên sivîl re wê êrîşên li dijî şaredariyên me bên parvekirin.
Wê destûr neyê dayîn bajarên me yên hatine hilweşandin veguherin qada rantê û bi nêrîna jinê ekolojîk re, bi parastina xemla xwe ya çandî û civakê re bê avakirin.
Ji bo mirovên di dema qedexeya derketina derve û dorpêçiyê de ji pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê bêpar hatine hiştin, bi rêxistinên civakî yên sivîl re hevkarî were kirin û ji bo tedarikkirina van pêdiviyan xebat bê meşandin.
Li Şaredariyên me, xebatên li ser tenduristiya gel bi awayekî aktîf werin meşandin.
Li cihên şer lê giran e û koçberî û şîdetê lê rû da, ji bo pêçandina birînan ji b jin û zarokan bi saziyên jinan re xebateke hevpar were meşandin.
Ji bo hevserokên me û endamên me yên Meclîsê li qada neteweyî ya navneteweyî kar bê kirin.
Li qadên neteweyî û navneteweyî xebatên dîplomatîk û hevkarî bi awayekî çalak bên meşandin.
Li qada rêveberiyên xwecihî, ji bo komkirina komên din ên jinan plansazî were amadekirin.
Ji bo sazîbûyîna hevserokatî, tesmîliyeta wekhev û sîstema jinê, Şaredariya Peyasê weke şaredariya pîlot bê diyarkirin.
Bi mijara 'Weke sîstemeke jinê; Xwerêveberî' konferanseke navneteweyî bê organîzekirin."
Di dawiya danezanê de hat ragihandin ku tevî wergirtina van biryaran, wê ji bo jiyaneke azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk bi xurtî tevlî xebatên avakirina xwerêveberiyê bibin.