Civîna Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê pêk hat
Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, civîna xwe ya dema navberê li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lidar xist.
Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, civîna xwe ya dema navberê li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lidar xist.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ayna bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û got, "Dewleta Komara Tirkiyeyê di vî şerî de bi ser nakeve." Ayna, Serokkomar Erdogan şiband Kenan Evren û Hîtler.
Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, civîna xwe ya dema navberê li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lidar xist.
Civîn bi dirûşma "Em ax, av, enerjiya xwe bikin komun. Jiyana azad demokratîk ava bikin" pêk hat. Tevî hemû hevşaredarên jin, aktîvîstên KJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî beşdarî civînê bû.
NÊZÎKATIYÊN ERDOGAN Û DAVÛTOGLÛ BIBÎR XIST
Ayna di axaftina vekirinê de da xuyakirin, ku di nava bêhiqûqiya mezin a şer de ew hewl didin siyasetê bimeşînin. Ayna gotina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a ji qeymeqaman re gotibû 'dema pêwîstî pê çêbû mewzûatê deynin aliyekî' bibîr xist û got, "Piştî van gotinan, tiştekî li ser bê gotin nemaye."
Ayna da zanîn ku parlamenterên HDP'ê hewl didin hevdîtinê bi Serokwezîr Ahmet Davûtoglû re li ser komkujiyên li Kurdistanê hevdîtinê bikin, lê belê nikarin bikin û got, "Herî dawî wekîlên me li korîdorê Serokwezîr zevt dikin û Serokwezîr bi wî kenê xwe yê qirêj vedigere dibêje 'di destpêkê de xendekan bigirin'. Bi nêzîkatiyeke wiha re siyaset çawa dikare bê meşandin?"
'MEJIYÊ QIRKIRINÊ'
Ayna ragihand, Tirkiyeyê gelê Kurd dijmin îlan kiriye lewma siyaset dikare bi rê ve biçe û destnîşan kir, ku pêvajoya çareseriyê ya 2 salan ji aliyê Erdogan ve hatiye xerakirin. Ayna diyar kir, gotina 'yek ziman, yek milet' ji nû ve ketiye meriyetê, biryara şer hatiye girtin û got, "Em bi israr dibêjin mejî mejiyê qirkirinê ye. Roja em tê de ne roja ku siyaset bi temamî bêwate bûye."
Ayna destnîşan kir ku gelê kurd bi salan serê xwe netewand û li ber xwe da û berxwedana xwe didomîne, tê fikirîn ku bi zextan wê berxwedana gel bê şikandin lê gelê kurd dev ji berxwedanê bernade. Ayna wiha got: "Dewlet van pêkanînên hovane li ser navê Tirkbûnê dike. Gelê Tirk divê mirovbûna xwe û wijdana xwe bide axaftin û bibêje tu nikarî li ser min planên şer pêk bînî. Li Cizîrê zarokê 13 salî ji ber ku zêde xwîn jê çû jiyana xwe ji dest dide. Ma ev rûmeta Tirkbûnê xilas kirin. Ev nîşan dide ku şerekî çiqas qirêj tê meşandin."
'NIKARIN BI SER BIKEVIN'
Ayna bilêv kir ku ji bo dewleta Komara Tirkiyeyê dawiya vî şerî tine ye û ev tişt anî ziman: "Ji bo dewleta Komara Tirkiyeyê wê dawiya vê şerî nebe. Ji bo dewleta Komara Tirkiyeyê di vî şerî de nikaribe bi ser bikeve. Li ser qatlîaman serketin nabe. Dîrok delîla vê yekê ye. Hîtler mînakê herî baş ê vê ye." Ayna bilêv kir ku Erdogan û hikûmet xwedî feraseta Kenan Evren ê ku darbeya 1980'an pêkaniye û fikra "yek ziman" "yek netewe" fikra Hîtler e.
Piştî axaftina vekirinê civînê bi çapemeniyê re girtî berdewam kir.