Jinan êrîşa cinsî bi meşê protesto kirin

Li Stenbolê bi sedan jin êrîşa cinsî ya 24’ê Çileyê li Cadeya Bagdat pêk hat bi meşekê protesto kirin.

Li Stenbolê bi sedan jin êrîşa cinsî ya 24’ê Çileyê  li Cadeya Bagdat pêk hat bi meşekê protesto kirin.

Bi sedan jinên li ser tevna civakî xwe birêxistin kirin, êrîşa cinsî ya li Cadeya Bagdatê bi meşeke li cadeyê ve protesto kirin.

Jinên li Sûadiye hatin cem hev ji Cadeya Bagdatê heta lambeyên Erenkoyê meşiyan. Jinan pankarta “Nebin hevparê vî sûcî” vekirin, dowîzên “Tu nikarî tecawizê bikî” “Jina Kêfxweş, Jiyana kêfxweş” rakirin û dirûşmeyên, “Bi saeta dilê xwe ez ê li kolanan bim”, “Jin êdî bêdeng nabin” berz kirin.

Piştî meşê, li ser navê jinan Parêzer Tugba Torûn axivî, wiha got: “Ji ber tecawizî xwişkek me ya jin kirine em li vir in. Ji ber tevî êrîşkar bi sabiqeye jî nehatiye rehabilîtekirin em li vir in. Ji ber li hember van mûxalefetek, nîzamek hiqûqê nemaye em li vir in.” Torûn destnîşan kir ku wê li hember êrîşên cinsî bêdeng nemînin, got wê kolanan neterikînin û nebin hevparên vî sûcî.

Piştî daxuyaniyê, jinan li Cadeya Bagdatê pankarta li cem xwe daliqandin.