Jinên Wanî li her qadê rastî şîdetê tên

Têkîldarî şîdeta li hember jinê di hundirê salekê de 203 serlêdan ji VAKAD’ê re çêbûn. Li gor rapora Komaleyê; ji her 3 jinan 1 rastî şîdeta di nav malbatê tên; ji her 2 jinên ku rastî şîdeta di nav malbatê tên 1 di temenê zarokatî hatiye zewicandin.

Têkîldarî şîdeta li hember jinê di hundirê salekê de 203 serlêdan ji VAKAD’ê re çêbûn. Li gor rapora Komaleyê; ji her 3 jinan 1 rastî şîdeta di nav malbatê tên; ji her 2 jinên ku rastî şîdeta di nav malbatê tên 1 di temenê zarokatî hatiye zewicandin. Ji jinan ji sedî 90 diyar dikin ku ti mûçeyên wan tinene, her wiha hat destnîşankirin ku gelek jin di lêgerina piştgiriyê de ne.

Komaleya Jinan a Wanê (VAKAD) rapora şîdeta li dijî jinê ya li ser 203 serlêdanên di nav sala 2015’an hat kirin amade kiribû, da xuyakirin.

Seroka Komaleyê Zozan Ozgokçe di civîna çapemeniyê ya li avahiya Komaleyê de daxuyanî da, diyar kir ku jin li her qadê rastî şîdetê tên.

‘MÛÇEYÊN JI SEDÎ 90’Î TINEYE’

Di raporê de daneyên şîdetê yên di sala 2015’an li hember jinan hat bikaranîn wiha hat rêzkirin:

“Ji sedî 46’ên jinan bi nîkaha fermî ne û yek hevserî ne, ji sedî 19 bekar in, ji sedî 15 veqetiyane, ji sedî 5 bi nîkaha fermî ye û hewiyê wê heye, ji sedî 5 bi nîkaha olî ye û yek hevserî ye, ji sedî 5 hevserê wan mirîne, ji sedî 3 zewicî ye lê cuda dijîn, ji sedî 2 bi nîkaha olî ne û hewiya wan hene.

*Ji jinan temenê ji sedî 52’an, di navbera 12-35, ji sedî 42’an li ser 36’an e û ji sedî 6’an temenê xwe diyar nekirine.

* Ji jinan ji sedî 59’an ji derveyî daxwaza wan bi xwazgînî zewîcî ne, ji sedî 28’an bi dilê xwe û xwezgînî zewîcî ne, ji sedî 12 bi hezkirin û dilxwaziyê, ji sedî 1 jî bi berdêlî zewîcî ye.

*Ji jinan ji sedî 53 di navbera temenê 9-17, ji sedî 36 di navbera 18-28 û ji sedî 3 jî li ser temenê 26’an zewicî ye û ji sedî 8’an jî temenê xwe yê zewacê diyar nekirine.

*Ji sedî 28’an nexwendîne, 19’an xwendîne, ji sedî 10’an dibistana serateyî bi dawî kirine, ji sedî 13’an dibistana navîn bi dawî kirine, ji sedî 17 ji lîseya asayî mezûn bûne, ji sedî 2 ji ya pîşeyî û ji sedî 6 jî mezûnên zanîngehê ne, ji sedî 5’an jî rewşa xwe ya perwerdeyê diyar nekirine.

*Ji sedî 78 ne xwedî garantiya civakî ya girêdayî xebatê ne. Di sîstema Sîgortaya Tenduristiya Giştî ya Nû de ne. Yên berî kartên wan ên kesk hebûn niha di nav çarçoveya GSS ango Sîgortaya Tenduristiya Giştî tên bidestgirtin. Jinên xwedî garantiya civakî jî ji hevserên xwe an jî bavên xwe girtine.

LI PIŞTGIRIYÊ DIGERIN

*Ji 203 jinên serlêdan kirin di 287 mijaran de piştgirî xwestin. Ji jinan ji sedî 33 ji ber şîdeta di nav malbatê û derve dibînin, ji sedî 19 bi daxwaza piştgiriya aborî, ji sedî 16 ji bo kar bibînin, ji sedî 27 ji bo rehbertiyê û agahî girtinê, ji sedî 5 ji bo alîkariya medîkal, ji bo alîkariya bûrs û perwerdeyê hatin komaleya me.

*Ji jinan ji sedî 45’an diyar kirin ku di nav malbatê û derveyî wê şîdetê dibînin. Di vê mijarê de ji jinên piştgirî ji me xwestin ji sedî 98 ji ber şîdeta fîzîkî, ji sedî 91 ji ber şîdeta devkî, ji sedî 74 ji ber aborî, ji sedî 26 ji ber şîdeta cinsî, ji sedî 2 jî şîdeta dijîtal anîn ziman.

*Ji jinên ku gotin şîdetê dibînin, ji sedî 72 ji hezkiriyên xwe, hevserê xwe an jî hevserê xwe yê kevn, ji sedî 10 ji malbata hevserê xwe, ji sedî 11 ji ferdên malbata xwe bi xwe, ji sedî 7 ji cîranan, hevalên odeyê û kesên nayên zanîn şîdetê dibînin.

*Ji jinan ji sedî 65’an berê serî li ti saziyan nedane, ji sedî 15’an serî li qereqol û edliyeyê, ji sedî 10 li SYDV, ji sedî 3 li nexweşxaneyê, ji sedî 3 li ÎŞKÛR’ê, ji sedî 2 li baroyê, ji sedî 1 li Walîtiyê, ji sedî 1 li partiyên siyasî û saziyên wekfê dane.”

‘DI TEMENÊ ZAROKATÎ Û BI KESÊN NAXWAZIN RE DIZEWICIN’

Di beşa encamê ya raporê de, ji her du jinên rastî şîdeta di nav malê de tên 1 di temenê zarokatî de hatiye zewicandin, heta di yên 9 salî hatine zewîcandin jî hene.

Di raporê de dibêje, “Ji her 3 jinan 2 bi xwazgînî hatiye zewicandin” wiha agahiyan parve dike: 

“Ji her du jinan 1 bêyî rizaya wê hebe bi kesên naxwaza re tên zewicandin. Van jinana zewacên bi xemgînî derbas dikin.

ŞER Û QRÎZA ABORÎ

*Jin hatiye wateya feqîrtiyê. Jin bûyer subjeya xîzantiyê. Yên herî binî di nav gelê Wanê ku bi şer, qrizî aborî re rû bi rû ne, jin in.

*Jin tercîh dikin ku serî li saziyên serbixwe bidin.

*Failên şîdetê li jinê dikin, ên herî nêzî jinê ne.

*Ji her 3 jinana yek rastî şîdeta nav malbatê tê.

*Ji bo jin karibin kar bibînin, mekanîzmayên heyî têrê nakin.

*Qadên jin bixebitin sînordar in.

*Di mijara dîtina kar û di kar de bicihbûnê de ji ber jin ji mafê perwerdeyê mahrûm hatine hiştin, bêkarên mecbûrî ne.

*Garantiyên civakî û aborî yên jinan tinene.”