Ji Porto Alegre YPS-Jin hat silavkirin

Li bajarê Porto Alegre yê Brezîlya komîteya jinan a ji bo piştevaniya jinên Kurd hat damezirandin, êrîşên li ser Kurdistanê şermezar kir, YPS-Jin a ku li ser esasê li hember êrîşan xweparastinê hat avakirin silav kir.

Li bajarê Porto Alegre yê Brezîlya komîteya jinan a ji bo piştevaniya jinên Kurd hat damezirandin, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Kurdistanê û silavkirina berxwedana xwerêveberiyan li qada bajar çalakî li dar xist. Jinên di çalakiyan de axivîn gotin, berxwedanên jinên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê hem ji bo wan hem jî ji bo jinên din ên cîhanê hêviyê ava dike.

Jinan  damezirandina YPS-Jin a ku li hember êrîş û dorpêçan di rojên bihurî de hat avakirin silav kirin, destnîşan kirin ku wê çalakiyên xwe yên piştevaniya bi jinên Kurd re bidomînin.