Jinan govenda aşitiyê qerandin
Li Qada Îskele ya Kadıkoyê bi sedan jin di pêşengiya BÎKG'ê we civiya û li hemberî şer û komkujiyan bangawaziya aşitî û muzakereyê kirin.
Li Qada Îskele ya Kadıkoyê bi sedan jin di pêşengiya BÎKG'ê we civiya û li hemberî şer û komkujiyan bangawaziya aşitî û muzakereyê kirin.
Bi bangawaziya Hewldana Jinê Ya Ji Bo Aşitiyê (BÎKG), endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Meclîsa Azadiya Jinê (KOM) jî di nav we gelek jin di çarçoveya kampanyaya "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne. Em mafê xwe yê aşitî û heqîqetê diparêzin" we li Qada Îskele ya Kadıkoyê civiyan û polîtîkayên şer protesto kirin.
Jinan di çalakiyê we gelek caran dirûşmên "Em ne alîgirê şer alîgirê jiyanê ne" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Li vir li ser navê jinan Sînem Şahîn daxuyanî da û got "Em ji bo ciwan, pîr, zarok, pitik, berxwedêr nemirin dibêjin aşitî, heqîqet û muzakere." Şahîn destnîşan kir ku rawestandina mirinan bi aşityê mimkûn e û wiha axivî" Em dubare dikin, dema li Cizîrê şer hebe li Stenbolê aşitî nabe."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi tilîlî û dirûşman bi dawî bû.