Nûçegihana JINHA Mizgîn Adim hat binçavkirin
Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk di roja 41. de didome, nûçegihana JINHA Mizgîn Adim a ku li navçeyê nûçe dişopan hat binçavkirin.
Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk di roja 41. de didome, nûçegihana JINHA Mizgîn Adim a ku li navçeyê nûçe dişopan hat binçavkirin.
Nûçegihana JINHA Mizgîn Adim di dema şopandina nûçeyan de li Cizîrê hat binçav kirin.
Li Cizîrê 41 rojin êrîş bê navber didomin. Li navçeyê nûçegihana JINHA'yê Mizgîn Adim di dema şopandina nûçeyê de hat binçavkirin. Tîmên taybet ên ku bi ser malekê ya Taxa Şah de girtibûn Mizgîn girtin binçavan û birin avahiya Qeymiqamiya Cizîr ê.
Mizgîn Adim a ku ji wir birin TEM'ê xistin ber lêpirsînê.
Mizgîn duh jî bi hinceta 'qedexeya derketina derve binpê kiriye' hatibû binçavkirin û bi birîna cezayê pere serbest hatibû berdan.