Dayikên Aştiyê tecrîd û êrîş protesto kirin
Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê, bi armanca şermerzarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî li avahiya DBP'ê ya navçeya Artûklû hat dayîn. Dayika Aştiyê Turkan Dûrç daxuyanî da û ji bo rawestandina rijandina xwînê xwest tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin. Dûrç anî ziman ku heta qedexe neyên rakirin wê mirin jî neqedin û destnîşan kir, ku dewlet bi şer nikare encamekê bi dest bixe.
Ji Dayikên Aştiyê Halîme Işik jî xwest tecrîd were rakirin û bi destpêkirina hevdîtinan re, pêvajoya çareseriyê ji nû ve bê meşandin.
Daxuyanî bi tilîlî û çepikên dayikên aştiyê bi dawî bû.