Amnesty: Jinên penaber li ser rêya Ewropayê rastî êrîşên giran tên

Amnesty International, li gorî vegotinên jinên penaber ên xwe li Elmanya û Norwêcê girtine, daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, ku jinên penaber ên berê xwe didin Ewropayê, rastî xeteriyên cidî tên.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) li gorî vegotinên jinên penaber ên xwe li Elmanya û Norwêcê girtine, daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, ku jinên penaber ên berê xwe didin Ewropayê, rastî xeteriyên cidî tên. Rêxistinê diyar kir ku jin li ser rêya Ewropayê, bi taybetî li rêgeha Tirkiye û Yewnanîstanê rastî êrîşên fîzîkî, zayendî, heqaretan tên û bi xeteriya çeteyên fûhûşê re rû bi rû dimînin.

Amnesty da zanîn, ku di encama hevdîtina bi 40 jinên penaber ên li Elmanya û Norwêcê hat kirin de, tespît bûye ku jin li ser rêya koçberiyê rastî xeteriyên gelekî cidî tên. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jin li ser rêya Tirkiye û Yewnanîstanê bi xeteriya êrîşa fîzîkî re rû bi rû dimînin û hin ji van jinan dane xuyakirin, ku zext li wan hatiye kirin ji bo bi bazirganên mirovan re bikevin têkiliyê.

Di daxuyaniya Amnesty de hat gotin, "Hemû jinên bi wan re hevdîtin hat kirin gotin; di dema rêwîtiyê de ew rastî zextê hatine."

Ji xebatkarên rêveberiya krîzê ya Amnesty International Tîrana Hasan got, "Piştî ewçend bûyerên hov û bi tirs ên li Iraq û Sûriyeyê, ji bo jiyaneke bi ewle van jinan bi zarokên xwe re dest bi rêwîtiyeke xetere kirin. Bi destpêkirina vê rêwîtiyê re rastî şîdet û talanê hatin. Û bi ti awayî destek nedîtin."

Tîrana Hasan bang li dewletên Ewropayê kir, ku penaberên jin ên xwe li welatê wan girtine bên parastin.