JIN
Hemû Nûçe
-
Rojnameya Şûjin hate astengkirin
Rojnameya Şûjin ku bi dirûşma "bi niyeta ku di zimanê medyayê de bibe şûjin" dest bi nûçegihaniya jinê kiribû, ji hêla BTK’ê ve hate astengkirin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê: Bila kujer werin eşkerekirin
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku li Parisê haitbûn qetilkirin, çalakiya edaletê vê hefteyê ji berdewam kir. -
Encamnameya civîna TJA’yê hat eşkerekirin
civîna TJA'yê bi eşkerekirina encamnameyê ve bi dawî bû. -
Civîna serdema navberê ya TJA'yê di roja 2. de ye
TJA ji bo ku nexşerêya xwe diyar bike duh civîn danîbû û civîn îro jî didome. -
Semînera li NY: Têkoşîna jinên Kurd ji bo me hêviyek mezin e
Li avahiya Neteweyên Yekbûyî, di panelê de bal hate kişandin ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd û hat destnîşankirin, têkoşîna jinên Kurd rêya hêviyek mezin e. -
Endamên YPJ'ê yên ber bi Reqa ve hatin birêkirin: Dîsa vegerin..
Bi hêvî li benda wan in ku vegerin. Hevrêyên wan diçine şerekî giran. Şerê dawiyê. Şerekî ku wê hevsengê li bin guhê hev bixe. -
Jin li dijî êrîşan nexşereyê gotûbêj dikin
Jinên ku tevlî civîna serdema navberê ya TJA’yê bûn biryar standin ku li dijî destavêtin, destdirêjî, îstîsmar û kuştina jinan, rêxistiniya hevpar ava bikin. -
YJK-E êrîşên Elmanya û AKP'ê yên li dijî jinan şermezar kir
YJK-E nerazîbûn nîşanî hevkariya Elmanyayê ya bi dijminê jinan AKP'ê re da û diyar kir, ew ê li dijî êrîşan berxwedana xwe geş bikin. -
Pisporên NY’ê: Ji bo parastina mafê jinan têkoşîn şert e
Pisporên NY’yê gotin: “Her cure şidet, pêkanîn û cudakariya li hember jinê ne qeder e, pirsgirêkekî mantalîteyê ye” hat diyarkirin ku ji bo parastina mafê jinan têkoşînekî bi hêz şert e. -
TJA li Amedê nexşerêya xwe diyar dike
TJA'yê li dijî êrîşên li jinan tê kirin, li Amedê dest bi civîneke ji bo du rojan kir. -
KJK: Li hemberî terora mêran em têkoşîna xwe geştir bikin
KJK’ê têkildarî qirkirinên li ser jinan daxuyaniyek da û got: “Ji bo li dijî derketina van qirkirinan divê îsyan çêbibe.” -
Rojnamevan Zehra Dogan hate girtin
Rojnamevan Zehra Dogan li ser rêya Mêrdîn Amedê piştî ku hatî binçavkirin, hat girtin û şandin girtîgehê. -
Abîdeya gora Cansiz hate texrîpkirin
Abîdeya gora siyasetmedara jin a Kurd Sakîne Cansiz ku li Parîsê hatibû qetilkirin, li Dersimê ji aliyê kes yan ji kesên nenas ve hate texrîpkirin. -
Dîplomasiya jinên Kurd a li Neteweyên Yekbûyî
Heyetek Jinên Kurd, ku di 35. Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de amade ye, bi hevdîtinên xwe balê dikişînin ser şerê li dijî gelê Kurd tê meşandin û têkoşîna jinên Kurd. -
Li Hîldesheîmê Komuna Jinê ya Meryem ava bû
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, jinên Kurd ên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, Komuna Jinê ya Meryem avakirin. -
Jinên li Wanê li ber krîzê radibin
Li Wanê, ku bêkarî 50 ji sedî ye, jin bi saya kargehên bi derfetên xwe vekirine hewl didin debara xwe û malbata xwe bikin. -
Mûnzûr: Em ê bibin sedema têkçûna AKP'ê
Pelşîn Mûnzûr destnîşan kir, zêdebûna destavêtina li ziman, çand, beden û jiyana civakî û siyasî ya li Kurdistanê, parçeyek ji şerê taybet ê nû ye û got, "Mîna 15 salên bihurî, em ê ji niha û pê ve jî bibin sedema têkçûna AKP'ê." -
Pêngava Meclîsa Jinan a HDK-Belçîkayê hate avakirin
Jinên ku li paytexta Belçîkayê Brukselê hatin gel hev, Pêngava Meclîsa Jinan a HDK-Belçîkayê ava kirin. Ji bo xebatên dema bê, rêveberiyek hate avakirin. -
Bûn fermandar û li bajarê xwe Reqayê vegeriyan
Cîhan Şêx Ehmed û Klara Reqa, piştî çend salan, weke fermandarên şer li Reqayê vegeriyan. -
Jinên Sosyalîst ji Fransayê kartpostal şandin ji Yuksekdag re
Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Fransayê, ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, kartpostal jê re şandin. -
'Ji bo em tola jinan hilînin, em li Reqayê ne'
Şervanên YPJ'ê yên di Pêngava Azadkirina Reqayê de cih digrin ragihandin ku wê tola hemû jinan hilînin. -
Dayê, Rênas şehîd bû!
Roja dawî ya Cotmehê bû, êşek kete dilê min, li gel ku gotin ‘negerin’ jî ez li kurê xwe geriyam, şervaneke YPJ’ê telefon vekir, got, ‘’Dayê, Rênas niha şehîd bû, serê wî li ser kabên me ye’’. Min tekane daxwaza xwe ji wan re got, ‘’bila cenazeyê kurê min -
Ji bo gerîlaya YJA Star Zîlan Eye mewlûd hate dayîn
Li Edeneyê ji bo gerîlaya YJA Star Zîlan Eye mewlûd hate dayîn. -
Li Swîsreyê festîvala Sakîne Cansiz
Li bajarê Zûrîchê ê Swîsreyê wê Festîvala 4. a Sakîne Cansiz pêk were. -
Rojînda ya ji Şemzînanê li ber teslîmiyetê rabû
Rojînda Rûken, di 5'ê Hezîrana 2016'an de, li bejahiya gundên Helanke û Meleyan ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê li ber teslîmiyetê rabû, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.