Li Hîldesheîmê Komuna Jinê ya Meryem ava bû

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, jinên Kurd ên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, Komuna Jinê ya Meryem avakirin.

Civînê, piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê dest pê kir. Beşdarên civînê di axaftina xwe de bal kişandin ser pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinê. Beşdaran destnîşan kirin, ku rêxistiniya jinê, ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd gelekî girîng e.

Piştre hilbijartin hate kirin û 19 kesên di nava komîsyonên rêxistinbûn, karên derve, ciwan û çapemeniyê de cih bigirin, hatin hilbijartin.

Hayat Donma, Hediye Denîz û Hatîce Gonen ji bo berdevkiya Komuna Jinê ya Meryem a Hîldesheîmê hatin hilbijartin.