Rojnameya Şûjin hate astengkirin

Rojnameya Şûjin ku bi dirûşma "bi niyeta ku di zimanê medyayê de bibe şûjin" dest bi nûçegihaniya jinê kiribû, ji hêla BTK’ê ve hate astengkirin.

Rojnameya Şûjin ku bi dirûşma "bi niyeta ku di zimanê medyayê de bibe şûjin" dest bi nûçegihaniya jinê kiribû, ji hêla Saziya Teknolojiya Agahdarbûnê û Ragihandinê (BTK)  ve hate astengkirin.

Şûjin bi zarayên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî yên Kurdî û bi Tirkî, Îngilizî û Erebî weşana xwe dikir. Adresa înternetê ya Şûjin gazeteşujin.com îro hate astengkirin.

Şûjin Kanûna 2016’an li ser înternetê dest bi weşana xwe kiribû. Rojnameya Şûjin ji hêla jinan ve hatibû vekirin, ji edîtoran ta bi nûçegihanên wê yên dildar tevahî xebatkarên wê jin in. Şûjin bi weşana xwe armanc dike ku temsîla jinê û gotinên wê bide nîşandan.