YJK-E êrîşên Elmanya û AKP'ê yên li dijî jinan şermezar kir

YJK-E nerazîbûn nîşanî hevkariya Elmanyayê ya bi dijminê jinan AKP'ê re da û diyar kir, ew ê li dijî êrîşan berxwedana xwe geş bikin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) bi sernavê "Faşîzm bi rengekî bê sînor êrîşî jinê, çand û nirxên manewî dike" daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên zîhniyeta dewleta zayendîperest, neteweperest a TC-AKP'ê yên li dijî gelê Kurd, nasnameya jinan, çand û ziman, bi rengekî derveyî mirovahiyê heta roja îro dewam kirine.

TJK-E destnîşan kir, jin û gelê Kurd bi berxwedanê pêşî li van êrîşan girtine û got, "Bi taybetî jinên Kurd, li dijî êrîşên li hemberî nasname, ziman û çanda xwe, ti carî ji çanda berxwedanê venegeriyane û dayina berdêlên bi her awayî dane pêş çavên xwe."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, piştî ku berxwedana gel û jinên Kurd li cîhanê deng veda û baweriya bi cîhanek cuda zêde bû, êrîş jî giran bûn.

'JINÊN KURD TÊN CEZAKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihand, êrîş encama konsepteke giştî ye û hat gotin, "Weke dewama vê polîtîkaya înkar û tinekirinê ya AKP-Erdogan, di dma dawî de li Elmanyayê jî êrîşên li dijî al, sembol û nirxên jin û gelê Kurd zêde bûne û bi van pêkanînan re li qada azadî û demokrasiyê binpêkirineke mezin tê kirin. Bi qedexekirina kincên neteweyî yên jinên Kurd re, ku nirxekÎ bingehîn e, kiryarên antî demokratîk zêde bûne.

Serî Gormez (Xaltîka Sorê) ya li Bremenê dijî, ji ber ku di mîtînga li dijî Erdogan a li Kolnê de kincê bi rengê kesk, sor û zer li xwe kir, cezayê pereyan lê hate birîn. Li Elmanyayê ku xebatên derveyî qanûnî yên AKP'ê ji nedîtî ve tê, cezakirina Kurdan bi vî rengî polîtîkaya Elmanya ya li dijî Kurdan radixe pêş çavan.

Em ê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemînin. Em van pêkanînên li dijî mirovahiyê şermezar dikin; li dijî hevkariya Elmanya û TC, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe geş bikin."