Pisporên NY’ê: Ji bo parastina mafê jinan têkoşîn şert e

Pisporên NY’yê gotin: “Her cure şidet, pêkanîn û cudakariya li hember jinê ne qeder e, pirsgirêkekî mantalîteyê ye” hat diyarkirin ku ji bo parastina mafê jinan têkoşînekî bi hêz şert e.

Li gorî daneyên NY’yê şidet û pêkanînên li dijî jinan her ku diçe li tevahî cîhanê zêdetir dibe. Pisporên NY’yê yên ku têkildarî mijarê nirxanin kirin gotin: “Her cure şidet, pêkanîn û cudakariya li hember jinê ne qeder e, pirsgirêkekî mantalîte ye” hat diyarkirin ku ji bo parastina mafê jinan têkoşînekî bi hêz şert e.

Rûniştina îro, li ser nirxandin û gotûbêjên îxlalên mafê jinan ên salane tên kirin dewam kir. Di rûniştinê de weke qiseker Ji Konseya Bilind a Mafê Mirovan a NY’Yê Kate Gîlmore, berpirsa wezareta Wekheviya Derfet a Danîmarka û ligel welatên Îskandinavyayê Karen Ellwmann, Raportora Taybet a NY’yê ya Şideta li Hember Jinan Dûbravka Sîmonovîç li ser îxlalên mafê jinan nirxandin kirin.

GÎLMORE: HER JIN HERÎ KÊM CAREKÊ ŞIDET LI SER HATIYE KIRIN

Destpêkê Ji Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê Kate Gîlmore mafê axaftinê girt û got: “Li tevahî cîhanê herî kêm carekê li ser her jinê şidet hatiye kirin, desthatiye dirêjkirin û hatiye cudakirin. Tevî ku hiqûqa mafê mirovan a navneteweyî jî mafê hiqûq, zayend û nasnameyê xistiye bin gerantiyê, li tevahî cîhanê 10 milyon kes mafên wan tên îxlalkirin. Piraniya kesên ku mafên wan tên bêparkirin jin û zarok in. Ji bo parastina mafê mirovan, li dijî zewaca di temenê biçûk, sinetkirina jinan û her cure şideta li ser jinê divê têkoşîn bê kirin û bi tevahî mafê wan bê parastin. Heta ku mafê jinan neyê parstin em nikarin civakekî bi edalet ava bikin.”

ELLEMANN: DIVÊ MÊR TÊKILDARÎ PARASTINA MAFÊ JINAN, BÊN PERWERDEKIRIN

Piştî Gîlmore berpirsa wezareta Wekheviya Derfet a Danîmarka û ligel welatên Îskandinavyayê Karen Ellwmann mafê axaftinê girt û diyar kir ku şideta derûnî û fîzîkî ya li hember jinê tê wateya êrîşa li ser jiyana mirovan. Cîhanekî ku li derdorekî hişmendiya mêrê desthilat şekil digire, divê bi neçarî mafê jinê bê parastin. Elemnann diyar kir ku ji niha ve destpê bikin ku cîhana ku nîvê wê ji mêran pêk tê, bi taybet zarokên kur têklidarî mafê jinê perwerde bikin.

DÛBROVAK: DIVÊ JI GOTINÊN RÊZÊ XWE DÛR BIGIRIN

Piştî Ellemann, Raportora Taybeta NY’Yê ya Şideta li Hember Jinê Dûbravoka Sîmoonovîc jî bal kişand ser asta şidetê ya li hember jinê û got: “Ji bo her cure şidet û kiryarên cudakariyê ya li ser jinê bê rakirin, yasayên navneteweyî baş bikar bînin.” Sîmonovîc diyar kir ku divê me civakê ji gotinên rêzê dûr bixin û bi awayekî rast zarokan perwerde bikin. Sîmonovîç di serî de bang li saziyên navneteweyî û hemû dewletan kir ku li hember şideta û cudahiya li ser jinê bigirin, bikevin nava têkoşînê.

‘NE QEDER E, PIRSGIRÊKEKÎ MANTALÎTEYÊ YE’

Dîsa gelek raportorên taybet ên NY’yê û pisporên mafê jinan ên ji bo baxivin û nirxandin bikin amadebûn, diyar kir ku her roja diçe şideta li hember jinê mezin dibe, şideta li ser jinê ne qeder e, bal kişand ku çavkaniya xwe ji pirsgirêka natalîteyê digire.