KJK: Li hemberî terora mêran em têkoşîna xwe geştir bikin
KJK’ê têkildarî qirkirinên li ser jinan daxuyaniyek da û got: “Ji bo li dijî derketina van qirkirinan divê îsyan çêbibe.”
KJK’ê têkildarî qirkirinên li ser jinan daxuyaniyek da û got: “Ji bo li dijî derketina van qirkirinan divê îsyan çêbibe.”
Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û qala van tiştan kir:
“Operasyonên fikrî, ramanî, hestî û bedenî ya feraseta mêran a pênc hezar salan a li ser jinê îro jî bi heman hovîtiyê didome. Beden, fikr û hestên jinê rastî bomberdûmaneke tecawizê tê û dixwazin deng, reng û hêza jinê tune bikin.
Berevajî van tiştan berxwedana jinê kêm nebûye, têkoşîna wê azadiyê geştir bûye. Pergala desthilatdar a mêran li hemberî berxwedana jinan zayendiya civakî sor dike û dixwaze mirovayetiyê tune bike. Bi kuştin û qetilkirina li ser jinê, dixwazên civakê ji nirxên wê dûr bixînin.
‘BI DEHAN QIRKIRINÊN LI SER JINÊ HENE YÊN KU HÊ DERNEKETINE HOLÊ’
Li gorî rapora ‘Platforma Em ê Qirkirina li ser Jinê Bidin Sekinandin’ di meha Gulanê de 39 jin hatine qetilkirin, 38 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine û 17 jin jî rastî şîddeta zayendî hatine.
Em dizanin ku bi dehan cînayetên li ser jinan hene yên ku em pê nehesiyane.
‘FERASETA DESTHILATDAR JINÊ TUNE DIHESIBÎNE’
Li Êlihê zaroka keç a ku bi dehan mêran destavêtinê û bi ser de bêdengiya li hemberî vê bûyerê, nîşan dide ku van rewşan bi taybetî li Kurdistanê dikin. Divê civak li hemberî van bûyeran bêdeng nemîne. Divê bertekên tund werin nîşandan, ev bibe sedema îsyan û serhildanê.
Şîdeta di nav malê de û cînayetên li ser jinan bi derxistina zagonên nû dixwazin feraseta qirkirinê ya mêran meşrû bikin. Bi polîtîkayên Erdogan ên ku zayendîparêziyê dike re, jin li kuçe, otobus, metro û kargehan rastî tacîz û tecawizê tên.
‘JI BO BIBÎRANÎNA JINÊN PÊŞENG EM Ê TÊKOŞÎNÊ XURTTIR BIKIN’
Ji ber vê jî li hemberî tacîz û tecawizê divê em têbikoşin. Divê em vîna jinê biparêzin. Em dikarin bi hişê jinan jiyaneke demokratîk, kolektîf û komunal ava bikin. Li hemberî van êrîşên li ser jinê bi awayekî rêxistî em dikarin têbikoşin.
Bi xwedîderketina li bîranînên hevalên me yên wekî Ayşe Denîz Karacagîl, Çavre Soran, Avaşîn Kutahya, Stêrk Amed û gelekên din em dikarin li hemberî feraseta mêran a desthilatdar derkevin. Ji ber vê jî divê em jin li ba hev bin û têkoşîna li hemberî vê pergalê geştir bikin.”