Jinên Sosyalîst ji Fransayê kartpostal şandin ji Yuksekdag re
Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Fransayê, ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, kartpostal jê re şandin.
Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Fransayê, ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, kartpostal jê re şandin.
Ji bo Fîgen Yuksekdag, ku ji 4'ê Mijdarê û vir ve ji aliyê dîktatoriya AKP-Erdogan ve dîl hatiye giritn, Yekîtiya Jinên Sosyalîst dest bi kampanyayekê kirin û di vê çarçoveyê de kartpostal ji Yuksekdag re şand. Kampanya bi şandina dosyayan ji rêxistinên jinan ên xwecihî, parlamenter û saziyên çapemenî-weşanê û pêkanîna hevdîtinan bi van saziyan re, dewam dike.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst, wê di rojên pêş de çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyayê de dewam bike. Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ji bo rûniştina doza li dijî Yuksekdag, ku roja 4'ê Tîrmehê pêk tê, wê heyetekê bişîne.