Rojînda ya ji Şemzînanê li ber teslîmiyetê rabû
Rojînda Rûken, di 5'ê Hezîrana 2016'an de, li bejahiya gundên Helanke û Meleyan ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê li ber teslîmiyetê rabû, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.
Rojînda Rûken, di 5'ê Hezîrana 2016'an de, li bejahiya gundên Helanke û Meleyan ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê li ber teslîmiyetê rabû, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.
Pêngava Şemzînanê ya sala 2012'an, ku bi pêşengiya fermandar Reşîd Serdar hate destpêkirin, bandor li ser gelek ciwanan kir. Gelek ciwanan bi vê bandorê berê xwe dan çiyê. Yek jiv an jî Rojînda Rûken (Kader Erenç) a ji Şemzînanê bû. Rojînda, bi dilsoziya xwe ya bi gel, welat û partiya xwe, bi hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk şer kir. Piştî 4 salan, li herêma Şemzînanê tevlî karwanê şehîdan bû.
Şemzînan di tevahiya dîrokê de ji bo gelê Kurd bûye qadeke girîng a berxwedanê. Di sala 2012'an de herêma sembol bû ku pêşengî ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re kir. Di Pêngava Şemzînanê de ku bi pêşengiya Fermandar Reşîd Serdar hate meşandin, gerîlayên HPG û YJA Starê li pêşberî hemû derfetên teknîkî yên dewleta Tirk serketinên mezin bi dest xistin.
Gelek ciwanên ku serketina gerîla ya li Şemzînanê bandor li wan kir, berê xwe didan çiyê. Yek ji van jî Rojînda Rûken (Kader Erenç) bû.
Rojînda Rûken, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Rojînda Rûken ku li gundê Bêybabê yê Şemzînanê ji dayik dibe, di sala 2012'an de tevî dotmama xwe tevlî nava refên azadiyê dibe. Li Xakurkê perwerdeya şervanên nû dibîne û piştre perwerdeya sekvaniyê dibîne. Li Şemzînanê vedigere û li vir şer dike. Di jiyan û şerê de xwe bi rengekî fedayî tevdigere.
Artêşa Tirk, di sala 2016'an de mîna sala 2012'an li pêşberî çalakiyên gerîla êrîşî qadên gerîla dike. Artêşa Tirk tevî hemû teknîka xwe dest bi operasyonên berfireh dike. Di vê operasyona xwe de li Şemzînanê gelek kuştiyan dide. Rojînda Rûken jî di 5'ê Hezîrana 2016'an de heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer dike û tevî 4 hevalên xwe li Şemzînanê şehîd dibe.
COŞA PÊNGAVA ŞEMZÎNANÊ
Rojînda Rûken di sala 2014'an de ji bernameya Jinên Çiyayî re axivî bû û wiha digot: "Di sala 2009'an de dema ku heval dihatin gundê me min ew nas kir. Çawa ku min heval dît, min gelekî ji wan hez kir. Min ew ji nêz ve dişopand. Nêzîkatiya wan, hurmet û hezkirina wan, ya herî girîng jî hevrêtiya wan gelekî bandor li min kiribû. Min êdî fêhm kiribû ku nema dikarim li wê sîstemê bijîm. Bi taybetî, dema Pêngava Şemzînanê dest pê kir, bandor li tevahiya gel, li min jî kir. Di wê demê de gelek hevalên min nas dikir, şehîd bûn."
JI BO BIBIM HÊVÎ MIN EW NAV LI XWE KIR
Rojînda Rûken anî ziman, wê navê Rojînda ya ku di Pêngava Şemzînanê de şehîd bû li xwe kir û wiha dewam kir: "Ji bo bibim hêviya jiyaneke nû, bibim hêviya di çavên zarokên nû ji dayik bibin, min ew nav li xwe kir. Mîna hevrêya min Rojînda ya şehîd bû. Min ew qet nedît, lê belê têra min dikir ku heval qala wê bikin. Ji bo dewamkirina têkoşîna wê, min navê Rojînda li xwe kir. Min ti carî jiyan ji rêzê nedît. Ji bo mohra xwe li vê jiyanê bidim, ji bo bi rengekî watedar bijîm, hatim çiyayên azad. Ji bo bibim şopdarê rasteqîn ê hevrêyên mohra xwe li vê jiyanê dane, tevlî nava refên azadiyê bûm. Şehîdbûna hevalan gelekÎ bandor li min ikribû. Şerê wan ê heta fîşeka dawî, sedemeke têrker bû ji bo tevlî bibim .Min weke deynekî ji xwe re dît, ku xwîna şehîdên me yên leheng li erdê nehêlim û biryar da tevlî nava refên azadiyê bibim."
Rojînda Rûken diyar kir, wê berê xwe daye xeyalên hevrêyên şehîd bûne û got, "Piştî perwredeya destpêkê, xurtbûna têkiliyên hevrêtiyê, eşqa azadiyê ya bedewiya jiyana li vê derê, kir ku bibim aşiqê van çiyayan."
Rojînda Rûken destnîşan kir, ku wê fêhm kiriye divê çima şer were meşandin, ya herî girîng jî fêhm kiriye bê kî ye û got, bi fêhmkirinê re dilsoziya wê bi gel, welat û partiyê, hêrsa wê ya li dijî dewleta Tirk zêde bûye.