'Ji bo em tola jinan hilînin, em li Reqayê ne'

Şervanên YPJ'ê yên di Pêngava Azadkirina Reqayê de cih digrin ragihandin ku wê tola hemû jinan hilînin.

Şervanên YPJ'ê yên di Pêngava Azadkirina Reqayê de cih digrin ragihandin ku ji bo tola hemû jinan hilînin, di destpêkê de jî ji bo bi hezaran  jinên Êzidî yên ku li Şengalê hatibûn revandin ew şer dikin.

Di dîmenên ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ'ê ve hatî weşandin de, şervanên jin têkildarî operasyonê fikrên xwe tînin ser ziman.

Yek ji şervanan Zagros Qamişlo wiha dibêje;

"Em  Hêzên Parastina Jinê-YPJ em li Reqayê ne. Armanca me ya bingehin ew e ku jinên ku dibin zilma DAIŞ'ê de dijîn, rizgar bikin. Bi taybet jinên ku li Şengalê hatibûn revandin û li Reqayê hatin dîlkirin, em dixwazin rizgar bikin. Çavê hemû cîhanê li ser vê pêngavê ye û di destpêkê de em jin  ji bo mirovahiyê şer dikin. Em ê ji DAIŞ'ê tola jinan hilînin."

Şervanek din a binavê Berxwedan Koçer ji wiha got; "Ji bo şervanên YPJ'ê li hebûna wan a li Reqayê û ji bo azadkirina gelê herêmê têkoşîn çavkaniyek giring a moralê ye. Gelê ku li vir dijî demeke dirêj e dibin zilma DAIŞ'ê de  ye. Em dixwazin mirovan ji van komên çete rizgar bikin. Li aliyê din em ji bo azadiya jinên ku li Şengalê hatîbûn revandin û ji bo tola wan li vir in."

Jinda Ereb a ji Şedadê ji diyar kir ku ji bo li dilê DAIŞ'ê bixin çûne Reqayê.