Abîdeya gora Cansiz hate texrîpkirin

Abîdeya gora siyasetmedara jin a Kurd Sakîne Cansiz ku li Parîsê hatibû qetilkirin, li Dersimê ji aliyê kes yan ji kesên nenas ve hate texrîpkirin.

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Doga û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatibûn qetilkirin. Abîdeya gora Cansiz a li Dersimê hate texrîbkirin. Abîdeya Cansiz a ku li Goristana Asrî a Dersimê ku 2 kîlometre ji bajêr dûr e, 3 metreyan bilind û li ser dîwarê wê wêneyê Cansiz, stêrk û çengên kevoka aşitiyê hebû. Di êrîşa li ser abîdeyê dehewl hatiye dayîn ku çengên kevokê yên li ser dîwar û stêrk were rakirin. Çengê kevokê û beşek ji yê stêrkê hat şikandin.

Têkildarî bûyerê erkdarê Goristana Asrî ya Dersimê diyarkir ku ji ber kevirên li derdor ketî wan êrîşa li ser abîdeya gorê ferq kirine. Erkdar bal kişand li ser benda kontrolê ya leşkerî ya 500 metreyan dûrî abîdeyê û ragihand ku êrîş dibe ku şev pêkhatî be. Erkdar diyar kir ku nizane bi çi armancê kes yan ji kesan êrîş kiriye.