Bûn fermandar û li bajarê xwe Reqayê vegeriyan

Cîhan Şêx Ehmed û Klara Reqa, piştî çend salan, weke fermandarên şer li Reqayê vegeriyan.

Di operasyona rizgarkirina Reqayê de gelek şervanên jin cih digirin. Şervanên jin ên li refên herî pêş ên eniya şer têdikoşin, derbên li dilê DAIŞ'ê dixin.

Fermandarên jin ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di her gava operasyona rizgarkirina Reqayê de bi erka pêşengiyê radibin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Klara Reqa û Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, ku bi xwe ji Reqayê ne, di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de di nava liv û tevgerê de ne.

Di dîmenê ku Navenda Çapemeniyê ya YPJ'ê weşandin de, fermandarên jin şervanên li eniya şer ziyaret dikin û kêlî bi kêlî her gava operasyonê dişopînin.

Cîhan Şêx Ehmed û Klara Reqa, ku li Reqayê ji dayik bûn û piştre tevlî nava refên YPJ'ê bûn, piştî ku serdana şervanan dikin, pêşwaziya sivîlan dikin.

Her du fermandar piştre di nexşeyê de li malên lê ji dayik bûne û mezin bûne, digerin.

Operasyona rizgarkirina Reqayê ji bo tevahiya cîhanê gelekî girîng e. Lê belê, ji bo jinên ku ji ber zilma DAIŞ'ê neçar mane ji Reqayê koçî bajarên din ên Rojava bikin û îro weke fermandar û şervan vegeriyane bajarê xwe, girîngtir e.