Dîplomasiya jinên Kurd a li Neteweyên Yekbûyî

Heyetek Jinên Kurd, ku di 35. Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de amade ye, bi hevdîtinên xwe balê dikişînin ser şerê li dijî gelê Kurd tê meşandin û têkoşîna jinên Kurd.

35. Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ku di 6'ê Hezîranê de bi beşdariya nûnerên 129 dewletan û saziyên li derveyî dewletan, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kirin, wê heta 23'ê Hezîranê dewam bikin.

Ji bo şopandina van civîn û panelan, her wiha ji bo lidarxistina hin hevdîtinên taybet, heyeteke dîplomasiyê ya jinên Kurd ku ji nûnera Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç, nûnera Kongreya Star Ronahî Şêxo û Nûnera Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê Songul Talay, tevlî van rûniştandin bûn.

Heyeta Jinên Kurd, di panelan de têkoşîna jinên Kurd a ji bo avakirina pergala Konfederalîzma Demokratîk, xweparastina li Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê nirxand û bi vî awayî rê li ber nîqaşên dewlemend vekir.

Heyetê bi Agnes Callamard (Raporterê taybet der barê qirkirin û komkûjiyên mirovan), Laûra Krûger (Pîspora Mafên Mirovan), Jane Connors (Berpirsê nûnertiya navneteweyî ya Amnesty International), Margareîta Leme Tome (Berpirsa Saziya kêmneteweyan/ Şîdeta li dijî Jinê) rûnişt.

Di hevdîtinan de bal hate kişandin ser şerê ku dewleta Tirk li Kurdistanê li dijî sivîlan dimeşîne û hat destnîşankirin, ku ji ber vî şerî mafên mirovan, mafên jin û zarokan bi rengekî hovane tên binpêkirin.

Her wiha bal hat kişandin ser polîtîkayên PDK'ê yên li dijî xwerêveberiya Şengalê û Rojavayê Kurdistanê.

Heyeta dîplomasiyê ya jinên Kurd destnîşan kirin, ku divê vîna gelê Kurd were naskirin û ji bo jinên Kurd, bi giştî jî gelê Kurd karibin xwe li ser hîmê avakirina neteweya demokratîk bi parêzin, bi rê ve bibin û bi rêxistin bikin, divê statuay Şengalê û Rojavayê Kurdistanê werin naskirin.

Di encamên nirxandinên berfireh de hate gotin ku wê piştgiriya têkoşîna jinên êzîdî bê kirin û ji bo fermî qebûlkirina qirkirina jinê li Şengalê xebat bên meşandin; wê nameyek vekirî derbarê şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan bi raya giştî re bê parve kirin; ji bo şandina şandeyek navneteweyî ya pîsporan wê hewldan bên destpê kirin. 

Her wiha hat ragihandin, ku wê berdewamî bi pîsporên taybet hevdîtin bên li dar xistin û di salona mezin a ku rûniştina esas pêk tê der barê têkoşîna jinên Kurd bi taybetî li Bakûr û danasîna Statuya Şengalê û Rojava axaftinek bê kirin.