Jin li dijî êrîşan nexşereyê gotûbêj dikin

Jinên ku tevlî civîna serdema navberê ya TJA’yê bûn biryar standin ku li dijî destavêtin, destdirêjî, îstîsmar û kuştina jinan, rêxistiniya hevpar ava bikin.

Zimanzan-Nivîskar Berktay jî di civînê de diyar kir, hewldanên ji bo kolekirina jinê hene û got, "Divê em bi hev re li dijî vê rabin."

Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrîşên bi ser jinan de ên li Kurdistanê û Tirkiyê ev du roj in li Amedê civînê dikin. Nêzî 200 jinên siyasetmedar, akademîsyen, zimanzan, sendîkavan û femînîst êrîşan û rêyê çareseriyê yên li dijî van êrîşan nîqaş dikn. Jinên Kurd, Tirk, Ereb û ji nasnameyên cihê biryara têkoşîna hevpar dan. Jinên ku tevlî civînê bûne ji ajansa me re axivîn.

'LI DIJÎ PÊNGAVA KOLEKIRINÊ EM TÊDKOŞIN'

Zimanzan Ayşe Berktay ku di nav aktîvîstên TJA’yê de got êrîşên li ser wan ji yên berê cudatir in û got, di ser jinê re dixwazin civakîbûnê parçe bikin.

Berktay li ser pêvajoya dawî got, "Pêngava tinekirina hişmendiya Kurdê azad e" û wiha dewam kir: "Li Tirkiyê bifikirin; Kurd parçeyek ji vî welatî ne ku em bi hevparî lê dijîn û pêngava kolekirinê ya li dijî Kurdan di rastiyê de bi temamî pêngava kolekirina Kurdan e. Ji vir û wê de pêngava kolekirina jinan e."

'TUNDIYA DAIŞ’Ê YA LI ROJHILATA NAVÎN AKP LI TIRKIYÊ DIKE'

Berktay got li dijî van êrîşên dawî ew ê bi pêngava rêxistinbûna xurt bibin bersvi û got, "Her wiha pêngava rêxistinbûyinê tenê bi jinên Kurd re ne sînordar e; jinên Tirkiyeyî jî divê li dijî vê rewşê rabin."

Berktay hişmendiya AKP’ê û DAIŞ’ê şiband hev û got: "DAIŞ li Rojhilata Navîn çi be, li Tirkiyê jî êrîş û zexta serweriya AKP’ê jî ya li dijî jinan wiha ye’’ û bi domdarî got, ‘’Li vir divê em pêngava ku bikarin dawî li vê rewşê bînin bavêjin. Em bawer dikin ku em ê vê pêk bînin û di civînê de bawer im em ê rêyeke vekin."

'EM PERGALA ZILÊM RED DIKIN'

Rêvebera YAKAY-DER’ê ya Şûbeya Stenbolê, ku YAKAY-DER hatibû girtin, Cemîle Çîçek jî got ew civîneke wiha dikin ku wê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn rêxistiniya jinê xurt bikin. Çeklî got ji bo ku ew statûya kolekir a ku sîstem li jinê ferz dike qebûl nakin wan xebatên rêxistiniyê dane destpêkirin û got, "Em sîstemê re dikin. Em ê li dijî destdirêjiya li jinê ku nîvê civakê ne, li dijî êrîşa li jinê em ê têbikoşin."

'LI DIJÎ NIRXÊN JINÊ ŞEREKÎ GIRAN HEYE'

Edîtora kovara Jineolojiyê Elîf Berk jî got di rewşeke wiha de ku şer ev çend gur bûye pêkanîna civînê pir girîng e û got, "Dema ku em dibêjin şer em behsa şerê klasîk ê di navbera dewletan de nakin. Şerê herî giran di nav civakê de, li dijî hin beşê civakê tê kirin. Dema ku em li vî şerê nav civakî dinerin li dijî jinê şerekî mezin heye. Di şexsê jinê de li dijî nirxên jinê şerekî giran hatiye destpêkirin."

Berk bi domdarî got, "Jin dema ku li cem hev bin dikarin li nirxên xwe xwedî derbikevin û bi dest ve bînin. Şerê ku li dijî jinê dane destpêkirin jî ev e."

Berk diyar kir, tişta herî xweş  û hêviyê dide ya ji vê civînê ew e ku jin li dijî her cure zext û zordariyê biryardar in ku têbikoşin, têkoşîna xweş bikin û pêşî li pergala zilam serwer bigirin.

'ÊDÎ HATIYE RADEYEKE WIHA…'

Li ser navê KCD’ê jî, Rêvebera Meclîsa Jinê ya KCD’ê Siyajin Nefîse Yildirmaz got, "her ku zexta dewletê zêdetir dibe zexta zilêm jî ya li jinê zêde dibe û êdî hatiye radeyeke wiha ku keçeke 13 salî nikare êdî bi rehetî  li derve ji xwe re bilîze. Mînak vê ya dawî jî li Izmîrê hatiye dîtin. Ev jî nîşan dide ku rewş çendî taloke ye. Li dijî vê jî divê jin bîrewer bibe û rêxistiniya xwe ava bike."