Rojnamevan Zehra Dogan hate girtin

Rojnamevan Zehra Dogan li ser rêya Mêrdîn Amedê piştî ku hatî binçavkirin, hat girtin û şandin girtîgehê.

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) a bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (BHQ) hate girtin Zehra Dogan a ku li Nisêbînê hatibû binçavkirin û 141 rojan li girtîgehê ma û hat berdan, piştî dadgehê cezayê wê yê 2 sal û 9 mehan hate erê kir. Îro li ser rêya Mêrdîn û Amedê hat binçavkirin û bi hinceta 'di derbarê wê de ceza heye' hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E a Girtî ya Amedê.

Rojnamevan Dogan li navceya Nisêbînê ya Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de dema ku nûçe dişopand di 23'yê Tîrmeha 2016'an de hatibû binçavkirin û ji ber îfadeyên "şahidên nepen" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Dogan di 9'ê Kanûna 2016'an de di yekemîn rûniştina doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de piştî 141 rojan hate berdan. Di doza 2'ê Adarê pêk hat de, ji ber wêneyên ku li Nisêbînê xêz kiriye û nişeyên Elîf Akboga ya 10 salî kiriye nûçe, 2 sal û 9 meh û 22 roj ceza lê hatibû birîn.

Dosyaya Dogan a şandibûn Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin.Piştî cezayê Dogan hat erêkirin der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.