Endamên YPJ'ê yên ber bi Reqa ve hatin birêkirin: Dîsa vegerin..

Bi hêvî li benda wan in ku vegerin. Hevrêyên wan diçine şerekî giran. Şerê dawiyê. Şerekî ku wê hevsengê li bin guhê hev bixe.

Belkî jî wê bibe dawiya serdemekê û destpêka serdemekê.

Li ser serê wê desmaleke bi rengeê kesk, bi kulîlk, pora wê ji bin reviyaye. Birhên wê reş.Devliken. Şervaneke ku tê rex wê, rextê wê girêdide. Li ser milê wê yê çepê armaya ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser e. Girêdana destmala wê hinekî cihêtir e. Desmaleke reş, şervaneke YPJ’ê ya porsor.

Hatiye ku hevalên xwe bi rê bike. Li ber derî b iken hevalên xwe dişîne şer. Piştî ku hev hembêz kirin, yek ji nav wan, ‘’de li wesayitê siwar bibe’’

Yek jê ji paş ve dibêje, ‘’rêya we vekirî be, bi xweşî vegerin’. Dema ku şervanên YPJ’ê li wesayitê siwar dibin, hevalên wê dîsa bang dikin, ‘’li xwe miqate bin, em li hêviya we ne’’

Sê şervanên jin li ber wesayitê sekinî ne. Dibêjin, ‘’de biçin’’. Her çendî ji ser çavê wan ken kêm nebe jî veqetîn zor e. Ji ber ku hevalên wan diçine şerekî giran.

Dema ku wesayit dimeşe şervaneke jin ji camê dinere. Awireke bi fikar li ser heye. Belkî jî li hevalê xwe yê ku li paş hiştî dinere. Rêwîtî bi stranên Kurdî dest pê dike. Dema ku bajar digihije bajêr şervaneke dijn dibêje, ‘’heval li vir rawestin’’

Dema ku digihijin qada şer şervaneke bi navê Sozdar, ‘’Em ê îro biçine operasyonekê’’. Amaje pê dike ku ew ê Reqayê bistînin. Sozdar dupat dike kuş erê Reqa wê serfiraz bibe.

Piştre dengê çekan..Di nav dengê çekan de bajarek xuya dike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 6’ê Hezîranê li ser navenda bajêr ya Reqa operasyon dane destpêkirin. Ev heftiyeke gelek taxên bajêr rizgar kirin û gihaştin ber deriyê bajarê berê.