Civîna serdema navberê ya TJA'yê di roja 2. de ye

TJA ji bo ku nexşerêya xwe diyar bike duh civîn danîbû û civîn îro jî didome.

Jinan binçavkirina endamên TJA'yê ya danê vê sibehê weke bersiva li dijî civîna wan nirxandin.

Li Hêwana Konferansê ya Vedat Aydin ya li Rêxistina Bajêr a Amedê ya DBP’ê bi tevlêbûna hemû pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) 13’ê Hezîranê civîn dabû destpêkirin û civîn îro didome. Duh civîn tevahiya rojê berdewam kir. Di civînê de şerê li Rojhilata Navîn û dinyayê û pêvajoya siyasî hate nirxandin, her wiha komkujiyên ser jinan û îstîsmarkirina zarokan hate nîqaşkirin. Jinan ji bo ku girtina saziyên jinan jî nirxandin kirin, ji bo ku saziyên alternatîf werin çêkirin pêşniyar dan.

Îro dema ku rûniştina duyemîn a civînê dest pê kirî, polîsên Tirk bi ser malên gelek siyasetmedarên jin de girtin û ew binçav kirin. Jinan binçavkirin endamên TJA’yê şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku ev binçavkirin bersiva li civîna wan e.

Civîn bi pêşniyar û nirxandinên ji bo nexşerêya nû didome.