Li Parîsê çalakiya edaletê: Bila kujer werin eşkerekirin

Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku li Parisê haitbûn qetilkirin, çalakiya edaletê vê hefteyê ji berdewam kir.

Li paytexta Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çalakiya edaletê ya ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger vê hefteyê ji berdewam kir.

Çalakiya ku dibin pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Fransa de hatî lidarxistin, nûnerên Yekitiya Jinên Sosyalîst ji piştgirî kir.

Jinên ku li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê kombûn, pankarta ku wêneyê her sê jinên şoreşger û al rakirin ber bi Buroya Enformasyon a Kurdistanê ve meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên 'Em edaletê dixwazin' û 'Kujer Erdogan' hatin qîrkirin.

Li pêşiya Boruya Enformasyon a Kurdistanê ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girin û piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku 'Li gorî me kujerên vê qetlîamê diyarin û heta ku edaleta Fransa vê qetlîamê eşkere neke wê daxwaza me ya lêgerîna edaletê berdewam bike."