Muhammed Şik (Rênas Karaz) ku li Karazê ya Amedê jidayik bû, dema ku xwendekarê zanîngehê bû tevlî nav refên gerîla dibe. Dema ku êrîş bi ser Kobanê de çêdibin di cih de derbasî wir dibe û roja 46’an şehîd dibe. Dayika ku bi telefonê ji berxwedêrekê hîn dibe kurê wê şehîd bûye, tenê dixwaze ku cenazeyê kurê wê nekeve destê DAIŞ’ê.
Rûkiye û Haviz Şik behsa kurê xwe yê zîrek û Kurdistanî kirin.
Muhammed (Rênas Karaz) li Karaz a Amedê, 19’ê Çile ya 1993’yan jidayik dibe. Diya Rênas dibêje, ‘’hemû şehîd bêhempa ne, xweşik in, qenc in, Rênasê min jî wiha bû’’. Rûkiye Şik balê dikişîne ser pêjndarî û zîrekiya Rênas. Dibêje hê dema 2-3 salî jî xwedî têgihiştineke wiha bû ku ji temenê xwe zêdetir hîn dibû. Wiha, hê dema zarok jî bû, xwedî bîreweriyeke Kurdistanîbû û dixwest cilên ku jê re bikirin bi rengên Kurdistanî be. Dayik dibêje Rênas tim bi tilîkan nîşana serketinê dikir, bala wî li ser rengên kesk, sor û zer bû û got, hê emrê wî danegirt jî dest bi dibisitanê kiriye.
RESMÊ PÊŞÎ LOGOYA MED TV
Rênas hê 5 salî dest bi dibistanê dike, bi zîrektî û biaqilbûna xwe her kesî şaş dihêle. Dayika Rênas behsa roja pêşî ya Rênas dike:’’ Mamosteyê resmê ji zarokan dixwaze ku resmekî çêbikin. Rênas logoya qenela Kurdî Med TV çêdike. Mamoste û hevalên Rênas ji logoya Rênas pir hez dikin.’’
Rênas ku hê di zaroktiyê de bi vê bihistyariyê bû her ku bi nav salan de çû bû xwedî bîreweriyeke kûr.
QÎMA XWE BI SERKETINA XWE NAYÎNE
Rênas di dersên xwe de jî serketî ye û bi hevalên xwe re vê serketinê par ve dike. Derveyî dibistanê hevalên xwe tîne malê, di dersan de bi hevalên xwe re dibe alîkar. Dayika Rûkiyê dibêje carinan ew bêhnten dibû, ji ber ku hundir bi zarokan tije dikir. Rênas van deman bêhna dayika xwe fireh dike û dibêje,’’Yadê, divê hevalên min jî serketî bin, divê ez alîkariyê bidime wan’’. Dayik Rûkiye dibêje, ji bilî xwe li her tiştî û her kesî difikriî.
JI BO AZADIYÊ TÊKOŞÎN ŞERT E
Rênas piştî dibistîna navîn 2016’an bi serketine bilind diçe lîseya Anadoluyê ya Qoser a Mêrdînê. Rênas demekê li vir dixwîne, di nav ciwanên welatparêz ên Qoserê de xebatan dike û piştre ji ber nexweşiyekê vedigere Karazê û dibistana xwe li vir didomîne. Rênas piştî lîseyê Zanîngeha Hataya beşa Fîzyoterapiyê bi dest ve tîne. Rênas li zanîngehê bi çalakî pêşengiya têkoşînê dike, 2012’an tê Karazê, ji malbatê re dibêje ew ê tevlî nav gerîla bibe. Dema ku malbat dibêjinê neçe, ew jî dibêje, ‘’bi pereyan civakek azad nabe, divê mirov têbikokşe û li ber xwe bide’’ û diçe çiyan.
RÊNAS LI KAMPA NEWROZÊ YE
Rênas piştî salên ku li çiyayan derbas kirî 2014’an ji ber êrîşa DAIŞ’ê tê Rojava, derbasî Kampa Newroz dibe ya ku ji bo Kurdên Êzîdî hatibû danîn. Dayik û bavê Rênas ku diçine cem wî, dibêjin Rênas li kampê pir ji gelê Êzdî hez dikir û hurmeteke mezin dida wan. Dema ku diçine kampê, dê û bavê Rênas xwarinê bi xwe re dibin lê Rênas wê xwarinê naxwaze û bi yên kampê re xwarina xwe dixwe. Rênas dibêje, ‘’Ez jî yek ji kesê vê kampê me, nikarim xwe ji wan veqetînim’’. Li ser vê gotinê bav Haviz dibêje, vê helwestê pir bandor li wan kiriye û ji bîr nekirine.
MIN HÎS KIR KU ŞEHÎD BÛYE
Dema ku Rênas li Kampa Newrozê bû çeteyên DAIŞ’ê bi ser Kobanê de digirin. Roja pêşî ya êrîşê 15’ê Îlonê Rênas derbasî Kobanê dibe û li vir di eniya Rojhilat de şehîd dibe. Piştî ku şer derbasî navenda bajêr dibe Rênas li Kaniya Kurd dikeve şer. Van rojan dayik û bav Rûkiye û Haviz jî li sînorên Kobanê di nav berxwedanê de ne. Dayik Rûkiye dibêje carinan bi telefonê wan xwe digihandiyê û wiha dibêje, ‘’lê demên dawî ji me re gotin negerin. Nedixwestin ku em bigerin, lê roja dawî ya Cotmehê êşek kete dilê min, min got ez ê li Rênas bigerin, bav got ‘negere’ lê min bixwe nikarîbû.’’
BILA CENAZEYÊ WÎ NEKEVE DESTAN
Dayika Rûkiye piştre wiha dibêje:’’Ez li Rênas geriyam, jinekê telefon vekir. Digot, ‘’zû teqwiye bişînin’’ Min gotiyê, ez dayika Rênas im, ka Rênas. Got,’’dayê, beriya ku tu bigerî bi çend deqeyan Rênas şehîd bû’’. Got, Rênas niha li ser kaba wê ye. Rênas di cih de şehîd dibe. Hevala wê wiha got. Min gote hevala Rênas,’’li ber xwe bidin û qet bi paş ve gav neavêjin’’ Min gotiyê, hemû şehîd zarokên min in. Min tenê tiştek xwest, ‘’bila cenazeyê kurê min nekeve destê DAIŞ’ê.’’ Şervana YPJ’ê jî got, ‘’heta ku cenazeyê min nekeve destê wan cenazeyê Rênas nakeve destê wan’’ Piştî çend saetan dîsa geriyam, şervana YPJ’ê got, wan cenazeyê Rênas biriye nexweşxanê.
BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ PÎROZ E
Cenazeyê Rênas 2’yê Mijdarê ji sînorê Kobanê rahiştinê û birin Amed û ji wir jî Karazê. Di merasîma cenaze de bi deh hezaran kes hebûn. Dayika Rûkiye naxwaze di dema cenaze de kesek bigirî û got, ‘’ez negirîm, li ser piya mam bi serbilindî, min hewl da ku layiqî kurê xwe û şehîdan bim. Bi lîlandin û dirûşman min kurê xwe veşart.’’
Bav Haviz jî dibêje ew bi kurê xwe şanaz û serfiraz in, kurê wan li dijî zilmê li ber xwe daye û şehîd bûye. Bav haviz dibêje li dijî zilmê berxwedana pîroz e û ji bo vê, ku hewcee be niha jî wê berdêlê bidin û heta dawî di rêya şehîdan de bimeşin.’’