Pêngava Meclîsa Jinan a HDK-Belçîkayê hate avakirin
Jinên ku li paytexta Belçîkayê Brukselê hatin gel hev, Pêngava Meclîsa Jinan a HDK-Belçîkayê ava kirin. Ji bo xebatên dema bê, rêveberiyek hate avakirin.
Jinên ku li paytexta Belçîkayê Brukselê hatin gel hev, Pêngava Meclîsa Jinan a HDK-Belçîkayê ava kirin. Ji bo xebatên dema bê, rêveberiyek hate avakirin.
Di civînê de ya ku hevberdevka HDK-Ewrûpayê Esra Guden jî beşdar bû, biryar hate girtin ku ji bo doza Fîgen Yuksekdag HDP’yî ya di 4’ê Tîrmehê de kampanya were lidarxistin.
Hevberdevka HDK-Ewrûpayê Esra Guden têkildarî meclîsên jinan ên li welatên din jî agahî da û ragihand ku bi konferansa Ewrûpayê re wê meclîsên jinan ên herêmî werin avakirin.
Jinên li Belçîkayê di dema pêş de wê li Bruksel, Lîege-Vervîers û Anversê meclîsên jinan ên herêmî ava bikin.
Di heman demê de jin wê dosyeya ji bo doza Fîgen Yuksekdag amade kirine, pêşkêşî rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê bikin û wê hevdîtinan bi siyasetmedar û çapemeniyê bikin.
Guden diyar kir ku kampanyaya ji bo Yuksekdag wê piştre ji bo hemû jinên siyasetmedar ên girtî were domandin.