Jinên li Wanê li ber krîzê radibin

Li Wanê, ku bêkarî 50 ji sedî ye, jin bi saya kargehên bi derfetên xwe vekirine hewl didin debara xwe û malbata xwe bikin.

Li Wanê, piştî ku bi ragihandina Rewşa Awarte re hemû deriyên sînor ên navbera Wan û Îranê hatin girtin, gelek bendên kontrolê hatin danîn û çûna zozanan hate qedexekirin, hilberîn daket asta rawestînê. Li Wan û navçeyên wê, yek ji du kesan bê kar in. Di nava van şert û mercan de, jinên ku tevlî hilberînê bûne hewl didin debara xwe û ya malbata xwe bikin. Hanîne Guzel ku li Sûka Rûs dikana xwe heye got, "Jin hilberîner in, ji tinebûnê dafirînin."

Li Wan û navçeya Erdîşê, ji bo welatiyên ku di du erdhejên mezin ên sala 2011'an de xaniyên wan xera bûn, xaniyên TOKÎ yên ji 30 hezar lîreyî, bi 80 hezar lîreyî hatin firotin û bi vî rengî welatî mexdûr bûn. Ji ber erdhejê bi hezaran dikan hatin girtin û mal û milkên bi hezaran dikandarî ji ber deynê bacê hatin desteserkirin. Vê jî têrê nekir, niha jî şer û qedexeya ji ber Rewşa Awarte li ser gelê herêmê hate ferzkirin. Ji ber vê rewşa neyînî, di nava bajarên gelemperiya Tirkiyeyê de yê herî zêde deyndarê bankayan e, Wan e. Tevî vê zext û zordariya aborî jî, jinên ji Wanê bi hewldan û derfetên xwe dikan ji xwe re vekirin û hewl didin debara xwe bikin.

JIN HILBERÎNER E

Bi dehan jinên li Sûka Japon û Sûka Rûs dixebitin, tevkariyê li aboriya Wanê dikin. 20 jinên dikandar ên li Sûka Japon, jinên din jî li cem xwe dixebitînin û wan dikin xwedî pîşe. Jinên li vir dixebitin, bi taybetî eşyayên ji bo jinan çêidkin. Ev eşya jî ji Wanê, navçeyên wê û bajarên Colemêrg, Bedlîs, Agirî û navçeyên wan re tên şandin.

Hanîfe Guzel a ku li Sûka Rûs dikana wê heye, destnîşan dike ku divê jin hemû tevlî hilberînê bibin. Guzel dibêje, "Jin hilberîner e, ji tinebûnê dafirîne" û bibîr dixîne ku hilberîn bi jinê dest pê dike. Guzel anî ziman, tevî krîza aboriyê jî ew li ser lingê xwe disekinin û got, "Jin li her qada jiyanê hene û divê hebin. Ez îro, bêyî hewcedarê kesî bibim, jiyam. Min bi tena serê xwe du keç û kurê xwe da xwendin. Eger ez dikarim vê bikim, hemû jin jî dikarin bikin. Em neçar in, bêyî hewcedarî kesî bibin bi rengekî aborî serbixwe bin. Ji serdemên destpêkê û vir ve yên ewilî hilberand, jin in. Em ji xwe bawer bikin û di hilberînê de bibin xwedî mafê gotinê."

'TEVÎ KRÎZA ABORIYÊ JÎ EM Ê HILBERÎNIN'

Saîme Surme ku 13 sal in li Sûka Japon karê tekstîlê dike, diyar kir ku beriya niha ew li febrîqeyeke tekstîlê dixebitî. Surme got, "Li kargeha min, em eşyayên ji bo jinan çêdikin. Beriya niha bi 3 salan karê me baş bû. Em pê re nedigihaşt, lê niha gelekî kêm bû. Tevî krîza aboriyê, tevî hemû rewşên neyînî jî em ê karê xwe, em ê hilberîna xwe bidomînin."