Semînera li NY:  Têkoşîna jinên Kurd ji bo me hêviyek mezin e 

Li avahiya Neteweyên Yekbûyî, di panelê de bal hate kişandin ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd û hat destnîşankirin, têkoşîna jinên Kurd rêya hêviyek mezin e.

Rûniştinên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi navê 'Di bin dagirkeriya leşkerî de mafê jinan' duh panelek hate lidarxistin. Panel bi beşdariya nûnerên gelek saziyên jinan û kesayetan pêk hat.

Panel ji aliyê Dr. Keltoum Irbah (Pispora Civaknasiyê û berdevka navenda piştgiriya xwendevanan) hate bi rê ve birin. Irbah di destpêka panelê de axivî û diyar kir, rewşa jinan di bin dagirkeriyên leşkerî û dewletî de gelek xirab bûye, lewma 2 nirxên bingehîn yên mirovahiyê di bin xeteriyek gelek mezin de ne; ew jî 'Aşitî' û 'Jin' e. 

Di dewama panelê de nûnera jinê ya Srî Lankayê Mme Srî Subajinî axivî û balê kişand li ser rewşa jinên Srî Lankayê ku di bin zoriyek dijwar de hewl didin li dijî hişmendiya desthilatdariyê yê zilam têbikoşin.  

ŞÊXO: ŞOREŞA JINÊ YA LI ROJAVA, MODELA TÊKOŞÎNA JINAN A LI DIJÎ HEMÛ CÛREYÊN ŞÎDETA DESTHILATDARIYÊ YE

Nûnera Kongreya Star a Navnetewyî Rohaş Şêxo jî li vir peyivî û got, "Jinên Kurd li Rojava li ser hîmê avakirina pergala konfederalîzma demokratîk di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin dikin. Kongreya Star bi tevahî şaxên xwe pêşengtiyê ji şoreşê re dike û li dijî pergala kapîtalîst alternatîfek e ji bo jinan e."

Wekî din der barê yek ji projeyên mezin yên Kongra Star wek Gundê Jinan JİNWAR danasînek hate çêkirin û sînevsyon hate nîşandan. Projeya JİNWAR rastî eleqedariyek mezin hatiye. 

TALAY: 3'Ê TEBAXÊ DIVÊ BIBE ROJA TÊKOŞÎNA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ

Nûnera Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ya Ewropayê Songul Talay jî di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên hêzên dagirker ku nûnertiya herî hov çeteyên DAIŞ'ê li Kurdistanê dike. Talay anî ziman, ji ber bê statuya civaka Êzîdî timî hatine qirkirin û got, "Di Fermana 74. de jî jin hate qikirin. Wek bersivdayîna tevahî qirkirinên jinan li çiyayê Şengalê û hemû deveran jinên êzîdî di bin sîwana TAJÊ de xwe bi rêxistin dike. Lê divê roja 3 ê Tebaxê ji bo jinên cîhanê bibe roja têkoşîna dijî Qirkirina jinan."

Bi berdewamî xebatên TAJÊ wek danasîna Projeya Navenda Tendurustiya Jinan ji bo Şengalê hate vegotin.

Ber bi dawiya panelê ve nûnera Rojavayê Sahara Mme Mina Baali li ser şîdeta dewleta Marokko li dijî civaka Saharayê bi taybetî yê jinê axivî. Anî ziman ku têkoşîna jinên rojavayê Saharayê û yê jinên Kurd wek şoreşek tevahî jinan divê xwe bigihîne hev. 

Pêşkêşvan Dr. Keltoum Irbah jî di axaftina dawî de daye diyar kirin têkoşîna jinên Kurd ji bo me rêya hêviyek mezin e û divê em têkoşîna xwe di vê rê de bigihînin hev.