Encamnameya civîna TJA’yê hat eşkerekirin

civîna TJA'yê bi eşkerekirina encamnameyê ve bi dawî bû.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku divê tecrîd were rakirin, çareseriya neteweya demokratîk a Ocalan were esasgirtin. Di encamnameyê de hat gotin:“Tevgera jinan ji bo xweparastin, pêkanîna azadiyan û astengkirina qirkirina jinan û îstîsmarkirina zarokan divê têkoşînê geş bike.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 13-14’ê Hezîranê de li Amedê civîna serdema navberê lidar xist. Hevseroka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçiyigit encamname xwend.

Di encamnameyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Dema ku vê me civîna xwe dikir hevalên me û çalakvanên TJA’yê Ayşe Gokkan, Yuksel Baran, Sara Aktaş, Zeynep Altinkaynak, Sîbel Îldan, Şahcan Tunen, Hatîce Ûçar û Helbest Îlhan vê sibehê hatine binçavkirin. Li vî welatê ku kujer û tecawizkarên jinan nayên darizandin, êrîşên li ser jinan zêdetir dibe, saziyên jinan dibin hedef, têkoşerên jin tên binçavkirin û jinên Kurd tên qetilkirin. Vê sibehê li Licê panzêrê pê li jina bi navê Pakîze Hazar kiriye. Ev binçavkirin û qirkirin li ser têkoşîna jinan êrîşek e. Ji ber vê em dixwazin ku hevalên me bi lezûbez serbest werin berdan.”

TESPÎT

Di encamnameyê de ev tespîtên hanê hatinkirin:

“Mirovatî ketiye serdema krîza Şerê Cîhanê yê 3’emîn. Mirovatî bi avabûna şaristaniyeke nû ya demokratîk dikare vê krîzê çareser bike.

Hikumeta AKP’ê bi êrîşkariya mêrserwer tevdigere û ji bo serkeftina xwe li Rojhilata Navîn siyaseteke dînoke dike. Ne bi tenê li Tirkiyeyê, li herêmê mudaxeleyî hemû hêz û derfetan dike. Du rê li ber polîtîkaya Tirkiyeyê heye. Yan wê vê siyaseta xwe bidomîne û wekî Şerê Cîhanê yê 1’emîn bike ku ev jî întîxareke polîtîk e jixwe. Yan jî wê çareseriya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bigire.

Mixabin hikumeta AKP’ê êrîşên xwe zêdetir û kûrtir dike û dixwaze pergala siyasî ya Kurdan teslîm bigire. Bi siyaseta xwe ya talanker îro Sûrê talan dike. Bi koçberiya darê zorê dixwaze demografiyê biguherîne. Di heman demê de dewlet wekî ku li çareseriyê digere, manîpulasyonê dike.

Li ser vî esasî divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawîkirin û feraseta çareseriya demokratîk a kêşeya Kurdan divê li ser esasê “Ji Ocalan re Azadî” were nirxandin. Di civîna me de êrîşên li ser rêxistin û têkoşîna bi berfirehî hatine nirxandin û di demên pêşiya me de wê bi kîjan rê û metodê were kirin jî bi berfirehî hatiye nirxandin.

Pêkanînên mêtîngeriyê destpêkê bi êrîşkirinên li ser azadiya jinê re destpê kir û bi destgirtina azadiya jinê re dixwaze bisîstem dibe. Şerê herî dîrokî û taybet li şerê polîtîk ê li dijî jinê ye. Bi darbeya qeyûm re li herêmên xwerêveberiya Kurdistan û sîstema hevserokatiyê, rêxistinên jinan û saziyên jinan bi temamî dixwaze tasfiye bike. Di serî de li ser hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de li ser hilbijêrên jin polîtîkayên cidî yên êrîşan hene. Di kesayeta Birêz Yuksekdag de dixwazin projeya azadiya jinê ya netewa demoratîk a temsîla wê HDP dike vala derbixe. Di encama êrîşên faşîst de berdevak Meclîsa HDP’ê ya jinê Besîme Konca, Hevseroka DBP’ê Sabahat Tuncel, hevşaredara Amedê Gulten Kişanak, alîkara hevseroka giştî ya HDP’ê û hevseroka berê ya HBP’ê Aysel Tuglûk, parlemeter Selma Irmak, Gulseren Yildirim, Çaglar Demîrel û bi sedan hilbijrêr û kesên ku di têkoşîna azadiya jinê de cih digirin hatin girtin.

Sîstema nîjatperest û mêrsalariyê li hemû qadên siyasetê bûye serwer nûnerên jinan,bûye rêbaza girtina aktivîstan û hemû saziyên jinan.

Organîzekirina destavêtin û destdirêjiyê ya li Kurdistanê, zêdebûna qetilkirina jinan a li Tirkiyeyê û destavêtina zarokên keç yek ji encamên rêxistinakirina sîstama faşîst e. Ev weke rêbazekî şerê taybet derketiye pêş. Ji ber ku faşîzmim bêy îdeolojiya nîjatperestî û zayendperesiyê nikare xwe rêxistin bike. Di serî de girtina KJA û bi sedan saziyên jinan bi vê armancê pêk hatiye. Bila qet neyê ji bîrkirin ku dagirkerî û destavêtin du ruhê cêwî ne, qirkirin û qetlîama jinan di nava têkiliyên parelel de ne. Ji ber vê têkoşîna jinê, têkoşîna polîtîk a maf, li dijî dagirkerî û antîfaşîstê berxwedanê temsîl dike.

Li Êlihê bûyera G. li Îzmîr û Wanê bûyerên hov ên hatin kirin, qetlîamên jinan ên li tevahî Tirkiyeyê û zêdebûna destdirêjiya li ser zarokan, dide nîşandan ku li Tirkiyeyê ne qetlîama li ser jinan, qetlîama li ser zarokan jî ketiye dewreyê. Ji ber vê em jin di nava hêrs û îsyanê de ne. Ji bo parastina têkoşîna jinê, bidestxistina azadiyê, astengkirina qetlîamên li hember jina û destavêtina li ser zarokan, divê têkoşînekî bilind bê kirin.”

PLANSAZÎ

TJA, di pêvajoya li pêşiya me de van tiştan pilan dike:

“1-Pêngava 2’emîn a kampanayay “Rêbertiya me wê bi teqez qezenç bike’ wê bi dirûşma ‘Ji Ocalan Re Azadî’ bidome û konferansa bi mijara ‘Rê û Rêbazên Yekîtiya Demokratîk” semopzyûm û çalakiyan lidar bixe. Di vê mijarê de ji bo çalakî bên kirin çalakiyên jinan ên navendî bên lidarxistin.

2-Bi şîara ‘Ez Jiyan,Beden û Civaka Xwe Diparêzim’ li dijî qetlîamên li hember jinan, li dijî çeteyên destavêtin û fuhûşê kampanayaya têkoşînê bê destpê kirin.

- Ji bo vê rojek ji bo hevpar hemû saziyên jinan bê diyarkirin û bi şîara wê meşekî mezin bê lidarxistin.

- Li Êlihê semopzyûm, li gelemperiya Tirkiyeyê panel, semîner û li dijî qetilkirina jinan û bi civînên jinan ve rêxistinkirina parastina jinê.

-Li hemû gund, tax û bajaran ji bo têkoşîna jinê û agahdarkirinê civînên gel bên lidarxistin.

3- Kampanyaya azadiya girtiyên jin ên siyasî, bi rêxistinên jinan ên cîhanê re bê birêvebirin.

4- Ji bo destpêkirina xebatên Yekîtiya Navneteweyî, xebatên bên destpêkirin.

5- Bi civînên herêmî yên dayikên aştiyê û konferansan, ji bo rêxistinkirina demê nû plan bên danîn.

6- TJA û hemû hevparên girêdayî TJA’yê bi serferberiya rêxistinkirinê, ji bo pêşxistina rêxistinkirina jinê, li kolan, tax û bajaran biryar girtiye.”

Encamname bi ‘Silavkirina hemû jinên di têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin û wê têkoşîna me ya azadiyê bi teqez qezenç bike’ ve bi dawî bû.