TJA li Amedê nexşerêya xwe diyar dike
TJA'yê li dijî êrîşên li jinan tê kirin, li Amedê dest bi civîneke ji bo du rojan kir.
TJA'yê li dijî êrîşên li jinan tê kirin, li Amedê dest bi civîneke ji bo du rojan kir.
Civîna serdema destpêkê ya navîn a Tevgera Jinên Azad (TJA), li salona konferansê ya Vedat Aydin a avahiya Rêxistina DBP'ê ya Amedê dest pê kir. Jin wê di civînê de pêvajoya siyasî, komkujiyên jinan, destavêtin, destdirêjî û her şêwe êrîşên li dijî jinan binirxînin. Di dawiyê de jî wê nexşerêya xwe diyar bikin.
Tevî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û wekîlên jin ên HDP'yî, bi sedan jin tevlî civînê bûne.
Li salona civînê wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Ji Sarayan heta Sêvêyan em ber bi azadiyê ve dimeşin", "Rêberê Azad, Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Azad", "Em ê bi Rêbertî teqez bi ser bikevin" hatin daliqandin.
Piştî hilbijartina dîwanê, civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên hatin kuştin dest pê kir û Aktîvîsta TJA'yê Fatma Kaşan di destpêkê de axivî.
Kaşan diyar kir, di her serdema zehmet de jinên Kurd têkoşîn mezin kirine û qala armanca vê civîna xwe ya du rojan kir.
Kaşan anî ziman, sedsala 21'an wê bibe sedsala jinan û gelan û wiha dewam kir: "Qeyûm li şaredariyan hatin bicihkirin, saziyên me hatin girtin. Li hemberî têkoşîn, berxwedan, dîrok û çanda gelê Kurd zexteke giran dest pê kir. Hewl didin vê mesajê bidin gelê Kurd, 'Bi qasî ku ez destûrê bidin tu dikare hilmê bistîne'. Hewl didin polîtîkaya neteweya demokratîk a HDP'ê tasfiye bikin. Komkujî, destavêtina li jinan, îstîsmara zarokan li Kurdistanê zêde bûne. Hem li dijî jinan hem jî li dijî gelan êrîşeke taybet tê kirin. Bi her awayî êrîş li hemberî gelê Kurd tê kirin. Em ê van nîqaş bikin."
Kaşan destnîşan kir, ku ew ê li dijî van êrîşan, weke TJA'yê nexşerêyeke nû ya têkoşînê ji bo dema nû destnîşan bikin.