JIN
Hemû Nûçe
-
Meha Tebaxê mêran 36 jin kuştin, 39 zarok îstîsmar kirin
Li Tirkiyeyê, meha Tebaxê mêran herî kêm 36 kuştin, şîdet li 37 jinan kirin û destdirêjî li 39 zarokan kirin. -
Jinên Amedî: Yekîtiya neteweyî ji bo azadiyê şert e
Jinên Amedî destnîşan kirin, ku ew dixwazin li ser axa xwe bi rengekî azad bijîn û gotin, ji bo vê jî şert e yekîtiya neteweyî pêk were. -
Saziyên jinên Kurd ên li Ewropayê kuştina Guven şermezar kirin
Saziyên Jinên Kurd ên li Ewropayê, revandin û kuştina Saray Guven şermezar kirin. -
Kuştina Saray Guven li Baselê hate şermezarkirin
Kuştina Kurdistaniya bi navê Saray Guven, ku cenazeyê wê li daristaneke nêzî bajarê Frankfûrtê hate dîtin, li bajarê Basel ê Swîsreyê hate şermezarkirin. -
Dayikên Şemiyê di cejnê de jî li aqûbeta windayan pirsîn
Dayikên Şemiyê, di cejna qurbanê de jî bi armanca pirsîna li aqûbeta windayan û darizandina faîlan daketin qadan û di hefteya 649’an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û gotin "Faîl diyar in, winda li ku ne?" -
Cesedê Saray Guvenê hate dîtin
Saray Guven a ji Kurdistanê ya ku ji 20’ê Tebaxa 2017’an û vir ve tu agahî jê nehaye stendin, cesedê wê li daristaneke nêzî Darmstadtê hate dîtin. Rayedarên polîsan ji ANF’ê re diyar kirin ku, “Bi îhtîmaleke mezin cesed ê Saray Guvenê ye.” -
‘Em ê xwe rêxistin bikin û têkoşînê geş bikin’
TJA’yê bernameya 3 mehan a çalakiyan derxist. Aktîvîsta TJA’yê Ektî got, ‘TJA wê pêşengiya têkoşînê bikin û hişmendiya jinê bibin her malê. -
Xebatên Dawiya Hefteyê ya Feminist a Jineolojî dest pê kir
Li bajarê Bern ê Swêdê xebatên kargeriya Jineolojiyê ya "Dawiya Hefteyê ya Feminîst" a di navbera 31 Tebax û 3'ê Îlonê de dest pê kir. -
Li Stockholmê jinan ji bo Ocalan azadî xwestin
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ku ji ber Roja Aştiya Cîhanê, 1’ê Îlonê li Stockholmê çalakiyek kirin, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin. -
Têkoşîna aştiyê ya jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê
Li Tirkiye û Kurdistanê di serî de Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, jin ji bo bidawîbûna şer, eşkerebûna kuştinên kiryar nediyar û lêkolînkirina komkujiyan, bi salan e têdikoşin. -
Jinên Mêrdînî: Divê ji bo kampanyaya TJA’ê piştgirî bê dayin
"Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê ye û divê demildest tecrîd rabe. Çareseriyeke bê Abdullah Ocalan ne pêkan e." -
Ev 24 sal in li zarokên xwe yên winda digere
Remziye Bayram a 2 zarokên wê winda ne, ev 24 sal in ji bo edaleta têdikoşe. Dayika Remziye dibêje, hêviya wê tenê çalakiya ji bo dîtina windayan e. -
Qeyûm tîma fitbolê ya jinan a Wanê qedexe dike
Qeyûmên ku li Wanê saziyên ku di demê şaredariya DBP’ê de hatibûn vekirin girtin, herî dawî jî xwe amade dike ku tîma fitbolê ya jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bigire. -
Dayikên Aştiyê: Li Girtîgehan binpêkirin zêde bû, çareserî aştî ye
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê daxuyanî da û diyar kirin ku li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêde bûne. Dayikan, destnîşan kirin ku çareserî aştî ye. -
Li Tarsûsê êşkenceyê li girtiyan dikin
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê 13 gardiyanan êşkence li 3 jinên girtî kirin. -
Çalakiya greva li Tarsûsê di roja 15'emîn de didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya 13 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dane destpêkirin di roja 15'emîn de berdewam dike. Girtiyan diyar kirin ku heta mafê xwe bi dest bixin wê çalakiya xwe berdewam bikin. -
Çanda xwendinê bi pêşengiya jinan xurt dibe
40 jinên bi navê Civata Jinê ya Mixek li hev civiyan, ji bo balê bikişînin ser xwendina pirtûkan, çalakiyên xwendinê yên bi rengekî komî li dar dixin. -
Rojnamevanên jin: Wê têkoşîna jinê desthilatdariya mêr têk bibe
Rojnamevanên jin ên Kantona Efrînê êrîşên li ser çapmeniya azad şermezar kirin û gotin: "Wê ti carî dengê rastiyê neyê birîn. Em ê li hember her cure êrîşê li ber xwe bidin û rastiyê ragihînin." -
'Divê jin ji bo paşeroja xwe deng bidin'
Nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gel Bêrîtan Asya, tevlîbûna jinan li Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê nirxand û got, "Pêwîste jin bi rengekî çalak tevlî hilbijartinê bibin." -
Ji her demê bêhtir pêwîstî bi nûçegihaniya jinê heye
Piştî JINHA'yê, Gazete Şûjin jî bi rêya biryarnameyê hate girtin. Kedkarên jin ên medyayê, qala sedema pêwîstiya bi nûçegihaniya jinê kirin. -
Doza darezadina kujerê Yeter Polat li Berlînê hate destpêkirin
Doza kujerê Yeter Polat (Pehlîvan) a sala borî ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin, li paytext Berlîn a Elmanyayê hate destpêkirin. Doza ku têde îdaname hate xwedin, taloqî 4’ê Îlonê hate kirin. -
Dayika ji Sûriyeyê û keça wê hatin kuştin
Ayşe Cûma ya ji Sûriyeyê û keça wê Ûvfa Naasan li malê kuştî hatin dîtin. -
Konca: Bi biryarnameyan pêşî li Şûjinê nayê girtin
Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca nerazîbûn nîşanî girtina Gazete Şûjin da û got, "Gazete Şûjin vegotina deng, reng, wêrekî û îradeya jinê ye. Jin wê xwedî li Şûjinê derkevin û em ê nûçeyên xwe ji nû ve çêbikin." -
TJA'yê xebatkarên Rojnameya Şûjîn ziyaret kirin
TJA’yê xebatkarên Rojname Şûjîn a ku bi BHQ (Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de) ’ê hat girtin ziyaret kirin û peyama piştevaniyê par ve kirin. -
TJA dest bi civînên jinan kir
TJA di çarçoveya kampanyayên “Em ê komkujiya jinan rawestînin û em ê jiyanê azad bikin” û “Tecrît wê winda bike azadî wê bi ser keve” civînên jinan li dar dixe.